14:17 24 Mijdar 2017
Zindî
    Keştiya NATO

    NATO ber bi Rojhilatê ve manevrayan pêk tîne

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Li Ûkraynayê ji roja 20 Temmuzê heya 31 mehê li parêzgeha Livovê li meşqgeha Yavorovskoyê perwerdehîya leşkerî `Saber Guardiyan / Rapid Trident – 2015` tê lidarxistin û ji 18 welatan nêzîkî 2 hezar leşker beşdarîyê dikin.

    Di manewrayan de şeş welatên endamên NATO`yê yên wek DYA, Brîtanya, Polonya, Bolgarîstan, Macerîstan, Lîtvaniya beşdarî dikin. Ji alîyê Ûkraynayê jî nêzîkî 800 leşker tev li manewrayan dibin. Li gor şîrovekarê MÎA `Rosiya Segodnya` Alêksandir Xrolênko, Ûkrayîna bi vî rengî de-fakto tev li struktura NATO yê dibe, erkên xwe yên fonksiyonal hîn dibe û dibe parastvanê xwediyê xwe yê ji wî alîyê okyanûsê. Balkêş e ku senaryoya manewrayan dişibe bûyerên ku li Rojhilatê Ûkraynayê îro pêk tên.

    Tê femkirin ku welatên NATO`yê şêweyên çareseriya pirsgirêka Donbasê bi riya hêzê destek dikin û bi vî awayî Ûkraynayê ber bi şerê demdirêj ya navxweyî ve bibin. Hêjaye bê bîrxistin ku perwerdeya han ya hevpar li Ûkrayanyê ne ya ewil e. Di meha gulanê de, di heman parêzgehê de perwerdeya Ûkraynî û Amerîkî `Fearless Guardian-2015` li dar ketibû. Wê demê nunerên fermandariya Ûkraynayê tekez kirin ku li meşqgeha Yavorovskoyê `eniya tekoşîna Ûkraynayê` derbaz dibe. Û wek dijberê  potensiyal yekem car Rusya hate binavkirin. Hîn di salên 2006-2014 li Ûkraynayê heşt manewrayên navneteweyî yên leşkerî di çarçoveya bernameya NATO yê bi navê `Partnerî ji bo aşîtiyê` hatibûn derbazkirin.

    Hereketên hevpar her wiha li peravên deryayê jî têne pêşxistin. Di salên 1997-2014 Ûkrayanyê bi hevkariya welatên NATO`yê 12 perwerdeyên leşkerî Sea Breeze li ber peravên Derya Reş li dar xistibû. Îsal roja 12 Temmûzê manewrên hevpar li deriya Reş bi beşdariya ekîbeke pir netew bi beşdariya 23 gemiyên leşkerî ve pêk hat. Tê plan kirikn ku payîzê wê menewrên gewre yên NATO yê bêne birêvebirin. Leystikên leşkerî yên NATO yê tenê bi Ûkraynayê re û Deriya Reş ve sînordar nabe. Îsal di meha Hezîranê rêzek perwerdeyên leşkerî yên NATO yê li Prîbaltîkayê, Latviya û Estoniya lidarketin û binebeşên hêzên taybet li wan dewletan bicîh bun û man. Di heman demê de beramber bi manewrên Ûkraynayê re manewrên Agile Spirit bi beşdariya pênc dewletên endam yên NATO yê li Gurcistanê hatibûn lidarxistin.

    Şîrovekarê MÎA `Rosiya segodnya` Alêksandir Xrolênko dinîvîse ku di vê zincîra buyeran de tê diyarkirin ku DYA hewil dide xeteke germ ya dijberiyê li ber sînorên Başur û Rojavayê Rûsya avabike ango ji Deriya Baltîkayê heya deriya Reş. Xuyaye ku DYA û NATO bi parastina Ewrupayê ji ber `metirsiyên Rojhilatî` dixweze bandora xwe ya ketî vejîne û hewil dide destpêşxeriyê di tekoşîna ji bo destxistina samenên cîhanê bike. Lê belê, ew kesên ku hewil dabun bi Rûsyayê re bi zimanê hêzê biaxive hewildanên wan vala derdiketin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Provokasyonên NATO li nêzî sînorên Rûsyayê berdewam in
    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?
    Etîketan:
    Manevra, NATO, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de