08:12 22 Mijdar 2017
Zindî
    Kuzey Kore. Pyongyang manzarası

    Koreya Bakûr dixwaze Hindistanê bişopîne, lê ne Îranê

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3341

    Koreya Bakûr heta niha sê ceribandinên nukleerî pêk anîn û xwe wek hêzeke nukleerî îlan kir. Her weha amade ye ku hemû erkên bi wê statûyê ve girêdayî pêk bîne û wê statûyê bi makezagona xwe ve xurt bike.

    Koreya Bakûr li ser wê yekê ne balkêş e, ku Îranê wek nimûne bigire û bi DYA`yê re dest bi guftûgoyên rawestandina hilberandina çekên nukleerî bike. Derbarê wê yekê de wezîrê karên derve yê Koreya Bakûr piştî lihevkirina koma P5+1 û Îranê ya li ser bernameya nukleerî ragihand. Pêkanîna wê lihevkirinê wê tewaya ambargoyên aborî yên ji alîyê Civata Ewlekarîyê ya NY, DYA û YE`yê ve li dijî Îranê dihatin sepandin, bide rakirin.

    Pyongyang jî dixwaze ku xwe ji ambargoyên navneteweyî rizgar bike, lê  dihesibîne ku hevberîkirina bernameya nukleerî ya Îranê û rewşa bi Koreya Bakûr ve girêdayî wê ne mantiqî be: Koreya Bakûr êdî xwedîyê çekên nukleerî ye û pêşnîyar dike, ku pirsa bi wê re gereke wek pirsên bi welatên nukleerî re bêne çareserkirin. Pyongyang destnîşan dike ku tu kes ji welatên wek Hindistan, Pakîstan û Îsraîlê yên wek welatên nukleerî nayêne naskirin, daxwaza rawestandina bernameyên wan ên nukleerî nake. Li gor nêrîna rêvebirê Navenda Lêkolînên Koreyî ya Înstîtûya Rojhilata Dûr a Akademîya Zanistê ya Rûsyayê Aleksandr Jebîn, Koreya Bakûr xwe di rêza welatên li jor hatinî destnîşankirin de dibîne:

    Ban Ki-moon
    © REUTERS/ Heinz-Peter Bader

    “Koreya Bakûr heta niha sê ceribandinên nukleerî pêk anîn û xwe wek hêzeke nukleerî îlan kir. Her weha amade ye ku hemû erkên bi wê statûyê ve girêdayî pêk bîne û wê statûyê bi makezagona xwe ve xurt bike. Anku, Koreya Bakûr xwe di nav hêzên nukleerî yên nenaskirî de dibîne û nimûneya Hindistanê dişopîne. Di sala 2006`an de hevkarîya di warê nukleerî ya di navbera DYA û Hindistanê de hemû rêzik û yasayên Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî binpê kir yên wê demê derbasdar. Koreya Bakûr jî ew bûyer bikar anî. Pyongyang dihesibîne ku bernameya wan a nukleerî jî gereke wek a Hindistanê destnedayî be û neyê nîqaşkirin. Civata Navneteweyî wek berê israr dike, ku nîvgirava Koreyê ji çekên nukleerî bête paqijkirin. Ji alîyê din ve DYA û hevalbendên wê naxwazin bi Koreya Bakûr re wek bi Îranê re bernameya wê ya nukleerî guftûgo bikin”.

    Pyongyang wisa dihesibîne ku bûye cangorîya sîyaseta dijminane ya DYA`yê û manevrayên hevbeş ên DYA û Koreya Başûr û her weha bi lêdana çekên nukleerî ve tehdîdkirinê jî wek ispatîya wê yekê nîşan dide. Di wê rewşê de Koreya Bakûr bêy wergirtina garantîyan, naxwaze dest ji bernameya xwe ya nukleerî berde. Ji ber ku hebûna wê bernameyê wek garantîya serwerîya xwe dibîne. Lê, sozên Waşîngtonê yên di wê derbareyê de ne tetminkar in. Aleksandr Jebîn wisa berdewam dike:

    “Pyongyang ji ber daxuyanîya Barak Obama ya meha Kanûna îsal gelek dilgiran bû, dema got ku pêşeroja Koreya Bakûr tune ye. Koreya Bakûr wê daxuyanîyê wek binpêkirina lihevkirina bi DYA`yê re ya di sala 2005`an de hatî ragihandin dinirxîne, ku hatibû destnîşankirin ku herdu alî wê ji serwerîya hev re rêzê bigirin. Berî ku ji Koreya Bakûr daxwaza rawestandina bernameya nukleerî bête kirin, gereke nexşerêyek bête amadekirin. Elbet wê bibe pêwajoyeke ne hêsan û demdirêj. Ji ber ku bi tevî lihevkirina bi Îranê re jî hemû ambargo nehatine rakirin. Tê gotin ku rakirina ambargoyan wê bi pêkanîna erkên Îranê ve girêdayî bin û ji bo wê jî demeke dirêj pêwist e. Bi Koreya Bakûr re rewş wê hêj dijwartir be. Ji ber ku Pyongyang ji ambargo û sîyaseta dijminane ya DYA`yê ya li hember wê gelek nehedar e.

    Niha de facto ew yek dikare bête dabînkirin ku hêzên nukleerî yên nenaskirî bi wan prensîban ve girêdayî bimînin: êdî ceribandinên çekên nukleerî pêk neynin, teknolojîyê eksport nekin, teknolojîyê nedine welatên sêyemîn, sazîyên nedewlet û kom û rêxistinan. Teknolojîya roketan pêş ve nebin û roketên balîstîk ên navparzemînî neceribînin”.

    Aleksandr Jebîn dibêje, ku niha li bal Koreya Bakûr ji bo peydakirina komprîmîsan wext heye.

    “Amerîkî bi xwe di raporên Pentagonê yên sala 2012`yan de behsa potansîyela leşkerî ya Koreya Bakûr dikin.  Li gor wan raporan, Koreya Bakûr heta niha tu ceribandinên roketên balîstîk ên navparzemînî bi serkeftî pêk neanîye. Berdana satalaytê jî gereke wek ceribandina roketên balîstîk neyê hesibandin. Ji ber wê yekê, hêj gelek wext pêwist e, ku Koreya Bakûr bikaribe ji DYA`yê re tehdîdan saz bike. Ez hêvî dikim, ku hewldanên navneteweyî yên çareserkirina problema nukleerî ya Koreya Bakûr wê berdewam bikin. Rûsya jî di wê çendê de roleke giring dilîze. Rûsya niha serokatîya koma sazkirina mekanîzmaya aştî û aramîyê ya nû ya li herêma Rojhilata Dûr dike. Koma navborî dikare guftûgoyên şeşalî yên bi problema nukleerî ya Koreya Bakûr ve girêdayî ji nû ve bide destpêkirin. Ji ber ku armanc çareserkirina problemên li wê herêmê ne: çareserkirina problema ewlekarîya hemû welatên li herêmê û mafên wan ên pêşvebirina serwerîyê, pêşvebirina aborîyê, ku bi taybet jî ji ber ambargoyan ji hemûyan zêdetir Koreya Bakûr têkildar dike. Her weha bi awayeke mantiqî çareserkirina problema wê ya nukleerî.

    Bikaranîna enerjîya nukleerî ya bi armancên sivîl û berdana satalaytên ji bo bikaranîna armancên sivîl dikarin di nav nexşerêya ji bo Koreya bakûr de cih bigirin. Nabe ku ji Koreya Bakûr bête daxwazkirin ku vegere Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî û redkirina mafê bikaranîna enerjîya nukleerî ya ji bo armancên sivîl. Ji ber ku di wê peymanê de bi awayeke vekirî hatîye destnîşankirin ku hêzên nukleerî gereke di bikaranîna enerjîya nukleerî ya ji bo armacên sivîl de alîkarîya welatên nenukleerî bikin. Heman tişt ji bo berdana satalaytan jî derbasdar e”.

    Amadekirina planeke zelal ya rakirina ambargoyên li ser Koreya Bakûr wê bibe alîkar ji bo pêngavên  denukleerîzekirina nîvgirava Koreyê.

    Bi heman mijarî:

    Bendewarîyên çareserkirina bernameya nukleerî ya Îranê
    Qirim dikare bibe bajareke nukleerî
    WikiLeaks: `Her psîkopatek dikare têkeve dezgehên nukleerî yên Brîtayayê`
    Problema nukleerî ya Îranê û çarenûsa PBÇN`ê
    Hevkarîya Nukleerî ya Rûsya û Îranê: Bûşer-2
    Amerîka wê moşek û bomban ji Israylê re bişîne
    Çîn û Hindistan dixwazin tanka rûsî `Armata` bikirin
    Rûleta Kosmîk: Çîn yan Hindistan
    Etîketan:
    Bernameya nukleerî, Ambargo, Koreya Bakûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de