04:58 24 Mijdar 2017
Zindî
    Serokwezîrê Brîtanyayê  Devîd Kemeron

    Devîd Kemeron misilmanên brîtanî dilgiran kir

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Misilmanên Brîtaniyayê axavtina Devîd Kemeron a li ser tekoşîna li dijî tundrewan wek axavtineke bêhurmêtî nirxandin.

    Gotinên Dewîd Kemeron yên li ser entegrasyona misilmanan baş hatibun pêşwazîkirin, lê gotinên din, ango ragihandinên wî  bune sedemê rexneyên tuj. Li welêt tedbîrên nû yên bi tekoşîna li hember tundrewan ve girêdayî hate îlankirin.  Navenda medyaya Brîtanî `Ofcom` li ser sansurê wê pêşniyarên nû bistîne, lê dê û bav wê bikaribin nasnamayên zarokên xwe ji wan  bistînin ku ewana dernekevin derveyê welêt. Ji bilî wê serokwezîr tekez kir ku pêwîste di tevaya civakê de nirxên neteweyî bêne xurtkirin.

    Çekdarên DAÎŞ
    © AP Photo/ The website of Islamic State militants

    Devîd Kemeron got: `Hukumeta me, rêveberiyên herêmî, polîs, dibistan em hemû bi hev re nirxên neteweyî yên Brîtanî  di her hêlêde pêwîste  xurtir bikin`. Şîroveger û  aktîvîstê  Brîtanî  Mohammed Ansar dihesibîne ku axavtina Kemeron dikare civaka misilmanan dûr bixe.  Ansar  ji RT re  amaje kir û got: ``Axavtineke  enteresan bû. Devîd Kemeron  berê xwe da misilmanan û got: `Hun li hember pozîsiyoneke ne bi aktîv, ne pêşketî berpirsiyar in.  Ev jî tê wê mane ku  li hember tundrewan desturdayîneke bê deng tê diyarkirin.` Em dikarin axavtina Kemeron ya li Munhene bi bîr bînin. Wê demê tawanên bi vî rengî hatibûn kirin û pirsa binketina siyaseta multîkulturalîzmê hatibû bilindkirin.  Axavtina han civakê dubeş dike. Pêşbînî dikim ku misilman wê bersiveke wuha bidin: `Em hewildanên mezin dikin!``.

    Devîd Kemeron her wiha li ser multîkulturalîzma li Brîtaniyayê jî axaftin kir.  Li gor gotinên wî, welat bi awayekî serkeftî entegrasyona   miroven  cuda di civakê de pêk tîne. Serokwezîrê Brîtanî tekez kir: `Me di navbera gelek salan de li Brîtaniya tiştekî mucîze serxist: demokrasiyeke serkeftî, pirolî û pirrêgezî. Li cem me sîstemeke vekirî, pir plan û mêhvanhez heye û teybetmendiya han bûye ya Brîtanî.` Sala derbazbuyî saziyên ewlekariyê yên Brîtaniyayê ji bo dabînkirina ewlekariyê di dema çalakiya protostoyî ya îslamîstan bi mîlyon funt xerc kirin.  Lê berê du heftiyan, li Londonê xwepêşandana nijetperestan hatibû lidarxistin.

    Şîrovekar Mohammed Ansar wuha dewam kir: `Em dibînin çawa îslamofobî xurtir dibe,  misilman û  mizgeft tuşî êrîşan dibin. Mafê misilmanan têne binpêkirin di warê xebatdayînê, xwendinê, di nexweşxwenan de û h.w.d. Hukumet di rewşeke dijwar de ye. Ji aliyeke ve gerek ew pêwendiyên xwe bi civaka misilman re biparîze. Ji hêla din ve ew bi kom û  rêxistinên kevneperest re yên wek Civaka Henrî Cekson û fona Quilliam re hevkariyê dike.  Gelek ji wan, bi kesên ku propoganda îslamofobîyê û hizra nefretkirina misilmanan  di civaka Brîtanî de  dikin, dixebitin. Serokwezîr gerek hevsengiyê bike, ji wî re pir çetine. Ew gerek hevkariyê bi elementên rastgir yên partiya xwe bike û di heman demê de bi misilmanan re hevkariyê bike.     

    Bi heman mijarî:

    Ewropa `tîmeke pisporan` li dijî DAIŞê pêktîne
    DAIŞ bi rêyeke nû derbasî Ewropa dibe
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Ewropa dixwaze ji nêzîk ve agahdarî rewşa Kurdistanê bibe
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Li Afganistanê dildar li dijî DAÎŞ`ê
    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe
    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    Etîketan:
    Îslam, Tundrawî, Kemeron
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de