14:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Kûbayê

    DYA di guhartina rejîma Kûbayê de berjewendîdar e

    © AFP 2017/ Paul J. Richards
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 901

    Kûba hewil dide kanalên bazirganî yên ku ji alîyê Waşîngtonê ve zêdetirî 50 salan hatibûn bloke kirin, veke

    DYA û Kûba pêwendiyên  dîplomatîk, ku berî 54 salan rawestandibûn, bi fermî vejandin. Roja 20`ê Tîrmehê li Waşîngtonê konsulxaneya Kûbayê hate vekirin, li Havanayê jî ya DYA`yê. Gelo çi bû sedema vê yekê û ji bo hevfamkirina siyasî çi gereke bête pêkanîn? 

    Barak Obama di dîrokê de wê wek serokê DYA ku pêwendiyên dîplomatîk bi Kûbayê re piştî rawestandina wan di sala 1961 vejandî,  bête naskirin. Lê belê, berî Obama gelek lîderên din jî hewildaneke bi vî rengî pêk anîbûn.  Rêveberên berê jî hewil dabûn nêzî Kubayê bibin û bi hikumeta Fîdel Kastro re gotubêjan pêk bînin. Dîplomat Nestor Garsiya Îturbe yê wê demê di mîsiyona NY de xebat dikir, beşdarî yek ji wan dîyalogan kiribû. Di nav şertên pêwîst  ji bo Waşîngtonê pêkanîna baldariyê bû. Dîplomatê berê wisa gilî dike: `Tê bîra min yek ji wan û ku bi me re di kontaktan de bû, birêz Îgelberger bû, piştre ew bu serokwezîr. Wî digot, pêwîst e em pir bi baldar bin ji bo ku CIA bi  pêwendiyên me nehese`. Ewil kesê ku hewil dan pêwendiyên Kûba-Amerîkayê normalîze bike, serokê DYA yê ji partiya demokratan Con Kennedî bû. Di salên 70 de serokên DYA`yê Cêrald Ford û Cîmmî Karter  pey şopa wî çun.

    Lêkolînvan Esteban Moralîs û Eliyer Ramîres yên ku pirtuk li ser wê mijarê nivîsandin, tekez dikin ku wê demê nêzîkbûna herdû dewletan pêkan bû. Li gor nêrîna dîrokzan Eliyer Ramîres Kanedo `Di serdema şerê sar de rikberiya di navbera  DYA û Yekitîya Sovyêtê sist bû û di wê rewşê de nêzîkbuna Kûba û DYA ne bi tesedufî bû`.  Di dawiya salên 70`î de şoreşên Nîkaragûa, Grênada û Îranê ji hukumeta Karter re `şax îlankirin`. Şêwermendê serokê DYA yê li ser pirsên ewlekariya neteweyî Zbîgnev Bjezînskî pêşketina  ku dema gotubêjan hatibû destxistin betal kir, wî bi awayekî tund  Kûba rexne kir ku ew hereketên rizgariya  Afrîkayê  destek dike. Serdema serok Reygan, Buşê mezin, Klînton û Buşê biçuk wek hêzkirina  siyaseta  dijî Kubayê tê destnîşankirin. Komên çete dihatin avakirin yên ku li Kûbayê hereket dikirin û tedbîrên zeximkirina dorpêça walêt yên wek qanuna Xelms-Biyorton dihatin sepandin.

    Piştî dewreya duyemîn ya serokatiya Barak Obama, Koşka Sipî di normalîzekirina pêwendiyên xwe bi Havanayê re dest bi gavên konkret kir. Lê belê  di heman demê de, hinek kongresmenên komarîxwez li ser vê riyê astengî li pêşiya lîderê îro yê DYA  derxistin. Doktorê zanistê  Esteban Moralês Domînges diyarkir ku `Hewildanên wan bin ketin, ji ber ku ji 17 meha Kanuna Pêşîn a sala 2014`yan dema Obama li ser guhartina siyaseta welêt li hember Kûbayê ragihand, reytînga wî  ji 20  heya 50 selefî bilind bu`. 

    Barak Obama mukur li xwe hat ku siyaseta DYA  ya berê li hember Kûbayê encamên pêwîst neanîn, berovajî wê  îmaja Amerîkayê li herêmê xirab kir. Li gor nêrîna pisporan  her çiqas Waşîngton vê gavê dixwaze stratejiyê biguherîne jî, hedefa wê nayê guhartin: ango hukumeta îro ya Kûbayê gereke bête tunekirin.  Rojnamevan û sosiyologê  ji Panamayê Marko Gandasekî Îxo ji Sputnîk Brasil`ê re  nêrîna xwe yên li ser mijarê wuha anî ziman:
    Deng


    `Hevdîtina nû ya DYA û Kûbayê ji derveyê wek lihevketina  lokomotîv û   bisîklêtê  tê dîtin. Planên DYA`yê guharandina rejîma siyasî ya giravê ye. Kûba ji alîyê xwe ve hewil dide kanalên bazirganî yên ku ji alîyê Waşîngtonê ve zêdetirî  50 salan hatibûn bloke kirin, veke. Ji her alî de tê diyarkirin ku di navbera wan hedefan de nakokî hene`.        

    Bi heman mijarî:

    Çapemeniya Kanadî: `DYA şopa Hîtler û Napolyonê dajo`
    Brîtanya amadeye ku roketên nûkleerî yên DYA li xaka xwe bicîbike
    Serokê Pentagonê bawer nake ku têkilyên navbera Rûsya û DYA nêzîk baş bibin
    DYA: Rûsya dikare bi hêsanî zora sîstêma dijî moşekan a Ewropayê bibe
    Eksper: `DYA fehm kir ku pêwîstiya wê bi alîkariya Rûsyayê heye`
    Mafparêzên amerîkî: Desthilata DYA`yê li hember nîjadperestîyê bêdeng e
    Zanyarên amerîkî: `DYA êdî ne welateke demokratîk e`
    Etîketan:
    Têkilî, Kûba, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de