05:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Vîktoriya Nûland

    Vîktorîya Nûland û `klana` wê DYA`yê kaşî şereke nû yê li Rojhilata Navîn dikin

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Robert Kagan di yek gotarên xwe yê demek berî niha di Waşîngton Postê de hatî weşandin de bang li komarîyên dike, ku li dijî Îranê dest bi tevgerê bikin.

    Îro li Mala Spî ew muhafazakar rola giring dilîzin, ên dixwazin hemû problemên global bi bikaranîna hêzê ve bêne çareserkirin. Bi taybet jî hewl didin rewşa li başûr-rojhilatê Ûkraynayê gurtir bikin. Derbarê wê yekê de weşama amerîkî Consortiumnews dinivîse.

    Di nav wan muhafazakarên nû de rola sereke mêr û jinên hev Robert Kagan û Vîktorîya Nûland dilîzin. Mêr —  sîyasetzanê navdar, yek ji damezrînerê projeya sîyaseta derve `Serdema Nû ya Amerîkî` ye, jin – cîgira sekreterê dewletê yê karûbarên Ewrûpa û Ewrasyayê.

    Robert Kagan di yek gotarên xwe yê demek berî niha di Waşîngton Postê de hatî weşandin de bang li komarîyên dike, ku li dijî Îranê dest bi tevgerê bikin. Li gor gotinên Robert Perrî, ``Kagan daxwaz dike ku li hember konflîktên leşkerî yên li Rojhilata Navîn, êrişa li dijî Rûsyayê bi hedefên muhafazakar ve girêdayî bimînin û her weha di warê dîsîplînên bacan de tawîzan nedin, ku ji bo Pentagonê bi dehan milyarên nû peyda bibin``. 

    Kagan destnîşan dike, ku piştî imzakirina peymana li ser bernameya nukleerî ya Îranê, Tehran wê bibe hêzeke bi xeter a li herêmê û tekez dike ku Îran alîkarîya rejîma Beşar Esad dike û bi DAÎŞ`ê re jî di nav têkilîyan de ye. Kagan bang dike ku DYA wek hegemonê cîhanê, gereke demildest li Rojhilata Navîn mudaxaleya leşkerî bike. Kagan her weha pêşnîyar dike, ku DYA bi tevî Îsraîl û Erebistana Sûîdî li dijî Îranê şer bike.

    Li gor gotinên Perrî, Kagan dibêje ``Pirsa min ji bo komarîyên li dijî Îranê ye: gelo we çi kir, ku li bal DYA`yê  stratejîya bersîvê hebe?``.

    Perrî îda dike, ku Kagan îdeologê muhafazakarên nû ye. Lê, li kêleka wî miroveke wisa heye, ku dikare hemû fikrên wî derbazî pratîkê bike. Vîktorîya Nûland bi awayeke xurt li pişt fikrên mêrê xwe disekine. Nûland îro wek stêrka geş a sîyaseta derve ya DYA`yê tê nirxandin. 

    Di gotarê de tê destnîşankirin, ku ji bo Nûland û Kagan şer bazirganîya malbatî ye. Li gor Perrî, birayê Robert, Frederîk li Înstîtûya Sazkarîya DYA`yê de kar dike û ji berfirehbûna kompleksa leşkerî-pîşesazîyê pereyên mezin qezenc dike. Jina Frederîk li Navenda Lêkolînên Şer de kar dike û bi mirovên li Pentagonê û eksperên li ser Rojhilata Navîn re di nav têkilîyên xurt de ye. Niha ew înstîtû li ser Ûkraynayê jî baldar e. Ji bo ku bandora muhafazakarên nû bi taybet jî ya klana Kagan baş bête famkirin, gereke têkilîyên di navbera bazirganî û şer de baş bêne şopandin. Dema rewşa hilberînêrên leşkerî baş be, rewşa navendên analîzan jî baş in, ên ji bo kûrbûna rageşîyên navneteweyî hewl didin.

    Bi heman mijarî:

    DYA her tim bi awayeke kustexî bersîva alîkarîyên Rûsyayê dide
    Karter: Tevgera Rûsya di rewşa Ûkraynê de jibo DYA surpriz bû
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    DYA hewl dide Rûsyayê tune bike
    Almanya dijî planê DYA yê jibo bicîkirna rêkêtan li Ewropayê ye
    Serokê Pentagonê bawer nake ku têkilyên navbera Rûsya û DYA nêzîk baş bibin
    DYA 450 leşkeran dişîne Iraqê
    Brîtanya amadeye ku roketên nûkleerî yên DYA li xaka xwe bicîbike
    Li DYA bernameya şopandina girseyî ya welatiyan tê sekinandin
    Etîketan:
    Klan, Nûland, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de