03:23 23 Îlon 2017
Zindî
    Ufa prior to SCO/BRICS summits

    Şanhay dibe navenda hevkariya banka BRÎKS ê

    BRICS/SCO Photohost
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li Şanhayê roja 21 Temmuzê banka nû ya pêşketinê – Banka BRÎKS hate vekirin.

    Çînê ev rêuresma fermî ji bo pêşana destpêşxeriya nu ya global bikaranî. Wezîrê fînansî yê komara Çînî Lou Tsîvey pêşniyarkir ku di navbera Banka BRÎKS ê û banka serokê Çînê Sî Tsînpîn Banka Asiyayê ya vêberdêrên pêşesaziyê, hevkariyê bikin. Li gor hizra wezîr, ev gerek effekta sînergî bîne. Herdu bank ji alî ekonomiyên pêşketî  ve hatine sazkirin. Hedefa wan yeke – destekdahîna  avakirina jêrxaneyan li tevayî cîhanê û destekkirina reformên sîstema rêveberiya ekonomîk e. Çînê ji her dû bankan re  pêşniyar kir ku ji bo pêşxistina jîrxaneya Asiyayê û li cîhanê,  karên xwe bikin yek. Çîn mezintrîn vêberderê Banka BRÎKS û ya Banka Asiya ye. Ew tê wê manê ku Çîn her tiştî pêkbîne ji bo ku herdû struktur hevkariyeke teng bikin. Hedefa wî zuda hatibû destnîşankirin – destxistina vekirina sîstemên global yên fînasî û yên bankan e. Eksperê Înstîtuya Rojhilata Dûr ya Akademiya Zanist ya Rûsya Yakov Berger li ser vê mijarê  van zaniyaran dide. `Hedefa tunekirina hegemoniya Banka Navnetewî û  ÎMF ku DYA serkêşiyê dikin.  Avakirina alternatîvan ji bo pêşxistin û  fînasekirina projeyên cur bi cur e.  Afrîka Başur û Brazîliya bêguman di warê ekonomiyê  de ji Çînê, Rûsiya û Hindistanê  zehîftirin. Lê bi hevre ewana hevsengiya Banka BRÎKS ê avadikin. Û wekî din bank ji bo endamên nû vekiriye.

    Hebuna bankê bixwe êdî xurtkirina hêzên nû ye û gavek dur ji hegemoniya Rojavayê di sîstema fînasî ya cîhanê de ye. Di nav welatên BRÎKS ê Çîn xwedî ekonomiya herî gewreye, ew tê wê manê ku Çîn rola mezin di kar û xebatên bankî bilîze. Zaniyarên han cigîrê rêveberê Navenda  lêkolîna BRÎKS ê ya Çînê profesor Jen Yuançjê ji Sputnîk re ragihand.

    `Bi riya vê bankê Çîn wê alîkariya ekonomîk bide welatên pêşketîxwez, vêberderiya wan bike  û projeyên binesaziyan destek bike. Bi vî awayî  bingeha hevkariya ekonomîk  bê xurtkirin. Ango Banka Nû ya pêşxistinê ne ku tenê mekanîzma hevkariya di hundur BRÎKS ê ye, her wiha mekanîzmeke hevpar ya BRÎKS ê bi welatên pêşketîxwez e. Her wiha dikarin pêşbîn bikin ku bi saya koma BRÎKS ê ya ku nunertiya berjewendiyên welatên pêşketîxwez  û welatên bi bazara pêşketî dike, dengê wan dewletan li raya giştî bilindike`. Çîn dixweze bi riya şêrketa Hon Kongê kanaleke  alternatîv ya wek kanala Panamayê çêbike. Çîn sermayên mezin ji bo pêkanîna projeyên avakirina riyên hesin li Afrîkayê terxankiriye û heman tiştî amadeye li Amerîka Latînî pêkbîne.  Ji bo destekkirina  destpêşxeriya xwe ya Riya Hermuş ji Asiya yê ber bi Rojavaya Ewrupayê 40 miliyar dolar veqetandibû.  Nêrîna eksper Alêksandir Salîtskiy li ser vê mijarê wusaye:

    `Ev  bernameke gewre ya pêşxistina pêşesaziya tevayî cîhanêya ya bi deh salane.  Çîn xwedî derfetên avasaziyê û pêşesaziyê ye ji  ber wê çendê destpêşxeriyeke wusa gewre  kiriye`. Hilbijartina  projeyên vêberderiyê ji bo Banka Nû ya pêşxistinê  di dawiya salê destpê bike. Zaniyarên han cigîrê serokê Bankê yê Rûsya Vladîmîr Kazbêkov ragihand. Berê wê wezîrê pêşxistina ekonomiya Rûsya Alêksey Ulukayêv tekez kir ku bank di destpêka sala 2016 dest bi fînasekirina projeyan bike.  

    Bi heman mijarî:

    Ûşakov: Rûsya bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî BRICS bibe
    Etîketan:
    BRICS
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de