16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Serokwezîrê Yonanistanê  Aleksis Tsipras

    Xercên antîkrîzîsê: Yewnan ji bo parastina sermayên xwe malên buha dikirin

    © AFP 2017/ Thierry Charlier
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Hukumeta Yewnanistanê destpêkir deynê banka navendî ya Ewrupayê û Fona Navnetewî ya diravan (IMF) bide.

    Atîna ji bo banka navendî ya Ewrupayê  daynê xwe tevî faîzan 4,2 miliyar  ewro terxan bike û ji bo ÎMF ê jî 2,05 miliyar ewro. Di heman demê de  li Yewnanistanê kasayên peran dest bi xebatê kirin, di rojê de mirovek dikare ne zêdetirî 60 ewro derxîne.  Lê belê drama derdora pêşeroja walêt xilaznebuye. Gelo Yewnan çidikin ji bo ku sermayên xwe biparêzin? Ewana sermayên xwe xercdikin. Piranî welatiyên Yewnanistanê perên xwe ji bo krîna xişir xerc dikin.  Dukanên ku zêr difiroşin ji şepeleka wusa ya muşteriyan ne amadebun. Xwediya mala xişir Marîana Lekler-Papaleksîs di hevpeyvîna xwe ya ji bo RT got: `Tiştekî bi vî rengî hîn min  nedîtiye. Yek ji muşteriyên me got ku li ser karta wê 450 ewro heye û li gor wê hejmarê ji min re xişir bidin`. Her wiha teknîka malê yên wek televîziyon, sarinc û h.w.d ji alî welatiytan ve têne kirîn. Karmendên dukana Apple li Atînayê dibêjin ku  ajêataja bi vê rengî dema sersalê tê dîtin. Li gor gotnên şêniyên Atînayê ewana bi vî awayî hewil didin sermayên xwe  xilaz bikin.  Şêniyek bajarê Atînayê Afîn Îrînî ji RT tekez kir `Min sermayên xwe ji bo krîna cil, xişir û sarincê xerckir. Ez fikirîm ku ez wusa dikarim sermayên xwe biparêzim.  Em hemu ditirsin ku sermayên me bêne wundakirin`.  Lîderên ewrupî lihev kirin ku li ser veqetandina sêyemîn pakêta alîkariya fînansî ya bi hejmara 86 miliyar ewro  ji bo Atînayê,  gotubêjan lidarbixin.  Ji bilî wê, aliyên gotubêjê li ser brîdc-krediyê bi hejmara 7 miliyar  ewro ji bo destekkirina sêstema bankan li Yenanistanê  lihevkirine.  Lê belê vê gavê tê xiyakirin ku ji bo gelê Yewnanistanê başbunê di ekonomiyê de hîsbike  pir wext wê pêwîst be.  Û heta wê demê jî piraniya welatiyan sermayên xwe li bankan naylin  û li dukanan xerc dikin. 

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan planê reformê yê dusalane amade kirye
    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de