17:34 26 Îlon 2017
Zindî
    Bermayîyên MH-17

    Vîtalîy Çûrkîn: CE ya NY gereke bi sazkirina dadgehên cezayê ve mijûl nebe

    © Sputnik/ Mihail Voskresenskiy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Civata Ewlekarîyê nikare dadgehên cezayan saz bike û di bin kategorîya tehdîdên navneteweyî yên li ser aştî û ewlekarîyê de bimeşîne

    Nûnerê herdem ê Rûsyayê yê li NY Vîtalîy Çûrkîn di civîna girtî ya Civata Ewlekarîyê ya NY de ragihand, ku sazkirina dadgehên cezayan di nav erkên Civata Ewlekarîyê de cih nagirin. Civîna Civata Ewlekarîyê ya NY bi înîsîyatîva Rûsyayê û ji bo gotûbêjkirina projeya biryarnameyê ya lêpirsînkirina li Ûkraynayê ketina balafira malezyayî Boeing 777 pêk hat.

    Dîplomatê rûs ragihand ku ``Me got ku Civata Ewlekarîyê ya NY bi sazkirina dadgehên cezayan ve mijûl nabe, ji ber ku Malezyaya daxwaza sazkirina Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dike. Civata Ewlekarîyê nikare dadgehên cezayan saz bike û di bin kategorîya tehdîdên navneteweyî yên li ser aştî û ewlekarîyê de bimeşîne``.

    Em bi bîr bînin ku Malezyayê ji bo lêpirsînkirina balafira Boeing 777 ya di Tîrmeha sala 2014`yan de li Donetskê ketibû, pêşnûmeya sazkirina dadgeha navneteweyî raber kiribû.

    Vîtalîy Çûrkîn piştî civînê ragihand, ku ``Tu encam û lihevkirin nehatin dabînkirin, lê li gor nêrîna min, biryara venêrîna yekkirina nêzbûna alîyê malezyayî û nêzbûna me baş bû, ku Civata Ewlekarîyê bikaribe pêngava li pêş bavêje``. Çûrkîn destnîşan kir, ku Rûsya pêşnîyar dike ku rola Sekreterê Giştî yê NY ya di lêpirsînkirina ketina balafirê de bête xurtkirin.

    Vîtalîy Çûrkîn dîyar kir, ku Civata Ewlekarîyê ya NY dikare li ser biryarnameyê biryareke dadwerane bide. Çûrkîn bang kir, ku li ser pejirandina belgeyê lez neyê kirin. Ji ber ku lêpirsîna alîyê Hollandayê hêj bi dawî nebûye. Dîplomatê rûs got: ``Berê dihate gotin ku lêpirsîn gereke heta salvegera karesatê bête bidawîkirin, lê ez fam nakim ji bo çi. Salvegera trajedîyê gereke ji bo xuleka rêzgirtinê bête bikaranîn, lê ne ji bo belgeyên bi awayeke lezgîn hatinî amadekirin``.

    Balafira ji Amsterdamê ber bi Kûala-Lûmpûrê ve diçû, roja 17`ê Tîrmeha sala 2014`yan ket. Hemû kesên di balafirê de, ango 298 kesan jîyana xwe ji dest dan. Ji wan 193 kes welatîyên Holandayê bûn. Eksperên navneteweyî di dawîya meha Gulanê de lêkolînên li cihê bûyerê bi dawî kirin. Perçeyên balafirê û termên cangorîyan ber bi Holandayê ve hatin şandin. Tê payîn ku Civata Ewlekarîyê ya Holandayê di Cotmeha sala 2015`yan de sedemên ketina balafirê eşkere bike.

    Bi heman mijarî:

    Çûrkîn: proja biryara NYî ya derbarê sazkirna trîbûnalê derbarê ketina Boeing bê ayende ye
    Etîketan:
    NY, Boeing, Çûrkîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de