19:48 23 Mijdar 2017
Zindî
    Barak Obama

    Lihevkirina bi Îranê re karê taybet ê Obama ye

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Obama: Eger wek alternatîva wê rêkeftinê, li dijî Îranê fikra bikaranîna hêza leşkerî tê parastin, rexnegir gereke wê yekê bi awayeke vekirî bêjin. Wê demê ewê bibe hilsegandineke dirust.

    Pres-konferansa Barak Obama ya li ser lihevkirina bi Îranê re careke din pêşbînîyên eksperan dupat kir: imzakirina rêkevtina bi Îranê re  ji bo serokê DYA`yê gelek giring e. Obama amade ye li hember yasaçêkerên dilgiran peymana bi Îranê re biparêze. Barak Obama her weha ji serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re spasîyên xwe pêşkêş kir, ji bo rola giring a Moskowê ya bidestxistina serkeftina guftûgoyên bi Tehranê re.

    Hevdîtina serokê DYA`yê ya bi rojnamevanan re ne dişibîya pres-konferanseke ji rêzê. Piştî pirsa ewil, Obama got ku berî gotûbêjkirina hêza leşkerî ya Tehranê ez dixwazim hinek rexneyan bikim. Paşê di maweya 10 xulekan de komarî û îsraîlî ji ber helwestên wan rexne kir. Lê, bersîva pirsa ewil neda. Obama got ku hem zanist û hem jî mantiqa ji rêzê li alîyê wî ne. Obama got ku hemû nêrîn û nîqaşê bi rêkeftinê ve girêdayî gereke li ser çarçoveya wê bêne kirin, lê ne li ser spekûlasyonan.

    Obama ji rexnegiran daxwaz dike, ku projeyên alternatîv raber bikin, lê rexnegir nikarin wê yekê pêk bînin. Li ser demontekirina bernameya nukleerî ya Îranê jî Obama got ku ``Tu kes ji wê yekê bawer nake, ku Tehran dikare wê varyantê qebûl bike. Eger wek alternatîva wê rêkeftinê, li dijî Îranê fikra bikaranîna hêza leşkerî tê parastin, rexnegir gereke wê yekê bi awayeke vekirî bêjin. Wê demê ewê bibe hilsegandineke dirust``.

    Hate hînbûn ku êvara roja pêncşemê Barak Obama ji Vladîmîr Pûtîn re telefon vekirîye û ji bo rola Rûsyayê ya imzakirina rêkeftina bi Îranê re spasîyên xwe pêşkêş kirine. Derbarê wê yekê de berdewkê serokê Rûsyayê Dmîtrîy Peskov ragihand û axaftina herdu serokan wek axaftineke berhemdar bi nav kir. Pûtîn û Obama li hev kirin ku dîyaloga derbarê verastkirina rewşa li Rojhilata Navîn berdewam bikin.

    Rêvebirîya DYA`yê bi awayeke cidî li nêzê ispatkirina sûdmendîya lihevkirina bi Îranê re dibe. Ji bo yasaçêker, lobîst û rojnamevanan semînerek tê amadekirin. Di wê semînerê de wê behsa fîzîka nukleerî, perîyoda nîvhilweşîna ûranyûmê û rêbazên teftîşên  Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Nukleerî bikin. Cîgirê serokê DYA`yê Cozef bayden jî bi Demokratên şikber re hevdîtin pêk anî, ku wan jî ber bi alîyê xwe ve bikşînin. Bayden got ku DYA mafê lêdana bi bombeyên nukleerî li bal xwe parastî dihêle, eger Îran lihevkirinê binpê bike.

    Serokê Amerîkayê Barak Obama û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/ Vladimir Rodionov

    Mamosteyê beşa analîzên problemên navneteweyî ya Înstîtûya Dewletê ya Moskowê ya Têkilîyên Navneteweyî Aleksandr Îstomîn li ser wê mijarê ji rojnameya `Nezavîsîmoye Gazeta` re got, ku ``Lihevkirin gereke mîrata sîyaseta derve ya Obama nîşan bide û dema serokatîya wî ya duyemîn mafdar derxe``.

    Li gor gotinên wî, komarî jî wê yekê baş fam dikin, lê ji ber wê li dijî derdikevin, ku ewê bibe `serkeftina Obama`. Li gor nêrîna Îstomîn, komarî wê lihevkirina bi Îranê re ji bo tawîzwergirtina di pirsên din de li hember Obama bikar bînin. Eksper destnîşan dike, ku bi tevî hemû hewldanan jî, qanekirina dijberên lihevkirinê wê ne hêsan be.

    Bi heman mijarî:

    Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Sîyasetmedarê amerîkî: DYA`yê hêza xwe ya sûper winda kir
    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    DYA li Rojhilata Navîn li dû berjewendîyên xwe ye
    DYA bandora xwe ya li Rojhilata Navîn winda dike
    Etîketan:
    Rêkevtin, Obama, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de