14:18 24 Mijdar 2017
Zindî
    Afganistan-Taliban

    Li Afganistanê dildar li dijî DAÎŞ`ê

    © AFP 2017/ Arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10901

    Ew çend mehin rewşa li Afganistana nearam ji ber çalakîyên DAÎŞ`ê yên li hinek parêzgehan xerabtir dibe.

    Li gor daneyên Sputnik Dari û Sputnik Pashto, hucreya ewil a DAÎŞ`ê ya li Afganistanê li parêzgeha başûrê welêt Gîlmendê di bin serokatîya yek ji fermandarên berê yên Talîbanê Mulla Raûf Hadem hate sazkirin.  Piştî wê li parêzgehên din ên welêt jî mirovên bi alayên reş hatin dîtin. Li gor nêrîna eksperan, DAÎŞ baleke mezin dide berfirehbûna hola bandora xwe ya li Asya Navîn. DAÎŞ hewl dide ji Afganistanê ber bi sînorên Turkmenistan, Ûzbekistan û Tacikistanê ve vebe.

    Hikûmeta Afganistanê û hêzên navneteweyî yên dabînkirina ewklekarîyê (ISAF) niha ne di wê rewşê de ne ku bikaribin pêşî li DAÎŞ`ê bigirin.

    Di rewşeke wisa de dildarên afgan ji bo alîkarîkirina desthilata welêt dest bi xebatan kirin. Yek ji wan tevgeran çend meh berî niha bi navê ``Ji DAÎŞ û terorîstan re mirin`` hate sazkirin. Lîderê tevgera ``Ji DAÎŞ û terorîstan re mirin`` Hecî Muhammed Mehdîyar ji peyamnêra Sputnik Darî Zûhal Serhad re derbarê sazkirina yekîneyên serhildêrên gel ên li dijî DAÎŞ`ê wisa got:

    “Berî her tiştî dixwazim ji Ajansa Navneteweyî ya Înformasyonê Sputnikê re spasîyên xwe pêşkêş bikim, ku her tim hewl dide bûyerên herî giring û aktûel ên li Afganistanê biweşîne. Her weha Sputnik baleke mezin dide doza me ya li dijî terorîzmê ya ku desthilata welatê me li hember bêçare maye.

    Îro tevgera me li gelek parêzgehên Afganistanê bi çalakî tev digere. Di destpêkê de barêgeha me li herêmeke li bakûrê welêt bû, lê niha êdî li tewaya Afganistanê layengirên me hene.

    Ew 37 salin li Afganistanê şer berdewam e. Piştî vekişîna leşkerên Yekitîya Sovyetê û wê demê îlankirina têkbirina Talîbanê, li bal gelek kesan hêvî peyda kir, ku êdî şer bi dawî bû. Parlamento hate damezrandin û serok hate hilbijartin.

    13 salên desthilatdarîya Hemîd Karzayî gelê Afganistanê xeyalşikestî kir. Her roj li welêt teqîn pêk tên. Li bajar, gund û çîyan şer heye. Mirovên bêguneh têne kuştin û revandin. Xebat tune ye, aborî hilweşîya ye. Gelek karsazên ku bi hêvîyên mezin li Afganistanê dest bi kar kirin, zû de ji welêt çûne.

    Li welêt ``Yekitîya Neteweyî`` dewsa Karzaî girt. Dîsa li bal gel hêvî peyda bûn, lê mixabin tu guhertinên baş nehatin dîtin. Niha li welêt pirsek tê kirin: gelo sedemên nearamîyê çi ne? Li welêt hêzên navneteweyî û 350 hezar leşkerên afganî yên ji alîyê wan ve hatinî perwerdekirin hene. Lê, dîsa jî leşkerên Afganî nikarin li hember terorîstan şer bikin û yan jî bi ser kevin. Niha jî DAÎŞ peyda bû. Me tevgera ``Ji DAÎŞ û terorîstan re mirin`` saz kir, ku em nîşanê desthilata welêt bidin ku terorîzm dikare bête têkbirin. Em dixwazin alîkarîya desthilata welêt bikin û em jî li benda piştgirîya wan in.

    Piştî sazkirina hikûmeta ``Yekitîya Neteweyî`` komên terorîst ên li dijî hikûmetê li bakûrê welêt dest bi rêxistinkarîyê kirin. Hêj wê demê dihate dîtin, ku pêşîlênegirtina wan, ne tenê li ser welatê me, lê her weha li ser welatên cînar jî wê tehdîdên cidî saz bikin. Em baş dizanin ku hedefa DAÎŞ`ê dagirkirina welatên Asya Navîn û destabîlîzekirina Rûsyayê ye. Em dizanin ku di warê çekan de em lawaz in û çekên giran li bal me tune ne, lê em her weha fam dikin, ku çalakîya lawaz ji bêtevgerîyê çêtir e.

    YPG
    © Foto: AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN

    Dema me dest bi komkirina çekdaran kir, 5 hezar kes li dor me kom bûn û me tenê li bakûrê welêt xebatên xwe dimeşandin. Lê, niha li tewaya Afganistanê layengirên me hene û jimara me bi du caran ve zêdetir bûye. Di destpêkê de jî me ragihand, ku em ji bo wê yekê dest bi xebatan dikin, ku alîkarîya hikûmetê bikin, lê mixabin heta niha jî hikûmetê tu alîkarî nedaye me. Lê, dîsa jî emê bi tevî gelê xwe bin û li dijî DAÎŞ, Talîban û komên din ên terorîst şer bikin. Ji bo me DAÎŞ jî Talîban jî terorîstên weke hev in.

    Niha DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirine. Dîsa di encama wî şerî de yê bi zîyanê bikeve gelê afgan e. Kesên alîkarîya Talîbanê dikirin, niha jî alîkarîya DAÎŞ`ê dikin. Ango sponsorên herdu alîyan jî yek in. Tê ragihandin, ku di wan demên dawîyê de Afganistan, Pakîstan û Talîban wê bicivin. Li gor nêrîna me ew yek tenê xapandina gel e û tu encam ji wan guftûgoyan dernakevin. Em ê wek tevgera ``Ji DAÎŞ û terorîstan re mirin`` doza xwe ya rizgarîyê berdewam bikin”.

      

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe
    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    DAÎŞ li Misirê mezin dibe
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    DAÎŞ`ê li Afganistanê dest bi şer kir
    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    Etîketan:
    Dildar, Afganistan, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de