21:26 24 Mijdar 2017
Zindî
    Balafira Malaysyayê Boeing777

    Wezîrê karên derve yê Komara Gel a Donetskê MH-17

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2420

    Balafira Boeing ya kompaniya Malaysia Airlines ku ji Amestrdam difirya Kuala-Lûmpûr berya salekê li ezmanê Donbasê hilweşiya. Hemû 298 rêwiyên têde hatin kuştin.

    Lêkolîna sedemên trajîdiyê heta niha bidawî nebûye. Wek hollandî radighînin, encamên vê lêkolînê dibe ku di meha Cotmehê de bên çapkirin. 

    Wezîrê karên derve yê KGD Aleksandr Kofman di hevpeyvîna xwe bi ajansa Sputnik re nerîna xwe ya derbarê vê yekê anî ziman

    Îro yekemîn salvegera hilweşandina boeinga malayzî li rojhilatê Ûkraynê ye. Bi giştî hûn derbarê vê trajîdiyê çawa difikirin?

    Yekser piştî destpêka axaftina me, destûrê bidin mi jibo ez we serrast bikim. Li vir ne behsa bûyerek jiber xwe vet ê kirin, balafir ne bi xwe ketiye. Hêzên leşkerî yên Ûkraynê ev balafir hilweşandine. Em nizanin, gelo ev hêza artêşê bû an komên netewperest bû. Lê tam diyare ku balafir ne ji aliyê serhildêran, ku çek li ba wan tune bû û ne jî ji aliyê Rûsyayê ve, ku tu-beşdariyê di şerê Denbasê de nake, ne  hatiye hilweşandin. Ev yek ji sedî sed zelale.

    Malaysiya û Hollanda hewldidin jibo dadgeha navnetewî bê sazkirin daku hilweşandina Boeingê lêkolîn bike. Rûsya dijî vê yekê ye. Hûn vê yekê çawa dibînin?

    Me îsal tevdî derbarê trajîdiya MH17 jibîrnekirye, sale tevdî me hewldan delîl û materyalan radest bikin. Lê aliyê din çi kirye? Wê delîl windakir, perçên balafirê windakir-mirov çi kare derbarê vê yekê bêje? Me her tiştê ku karîbû pêşkêşbikin, me pêşkêşî civaka navnetewî kir.

    Amerîka, ku di rêya hewldide Rûsya bi trajîdiyê gunehbar bike, dixwaze vê dadgehê sazbike. Mixabin, ez divê bêjim ku siyasetmederên ûkraynî, ewropî û amerîkî dijî Rûsyayê kar dikin.

    Bi heman mijarî:

    Donetsk xwe ji destpêkirina şer dûr dixe
    Komarên Gel yên Donetsk û Lûganskê otonomiya berfireh qebûl dikin
    Etîketan:
    Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de