00:04 21 Mijdar 2017
Zindî
    Eksperên Malayzya û Almanyayê serdana cihê ketina balafira MH17 a malayzî dikin

    Salek piştî ketina Boeingê

    © Sputnik/ Igor Maslov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Balafira malayzî ku ji Amestrdam difirya Kuala-Lûmpûr, berya salekê, 17 Tîrmehê sala 2014-an, li herêma Ûkraynê-Donbasê hilweşiya, hemû 298 rêwiyên ku têde bûn hatin kuştin.

    Yekser piştî trajîdiyê, aliyên konfilîkta li rojhilatê Ûkraynê hevdû bi vê bobelatê gunehbarkirin. Mezintirîn siyasetmederên cîhanê bang kirin jibo ev bobelat bi awakî pir nişmî bê lêkolînkirin û di dema dawîn de mijara sazkirna dadgeha navnetewî bi awakî çalak tê giftûgokirin.

    Di heman demê de, lêkolîna vê bobelatê, tev ku salek di ser derbasbûye jî, heta niha  tu-encamên cedî bidestnexistine: zanyariyên derbarê sindoqa reş, her wiha encamên fermî yên sedema trajîdiyê jî heta niha ne hatine derxistin. Ne diyare jî bê dadgeha navnetewî wê kê gunehbarbike-heta niha tometbar ne hatiye eşkerekirin.

    Havîna par li herêma bobelatê şerekî giran derbas dibû. Hêzên Ûkraynê hewldidan hêzên serhildêr ji devera nêzîkî sînorê bi Rûsyayê re derxin, artêşa Ûkraynê di vî şerî de moşek, hawin, çekê giran û balafir bikartanî. Hêzên hewayî yên Ûkraynê ezmanê herêmê kontroldikirin. Li gorî grafîka firînê, balafira malayzî gerek 50 km ji devera metirsîdar dûr bifire. Lê dîspêçêr nizanim jibo çi balafir daxist û ew ji rêya ku 50 km ji cihê şer dûre, derxist. Di encam de balafir derbasî herêma ku Kiyêv berya vê bûyerê bi 5 rojan wek herêma ne firînê ragihandibû.

    Yekser piştî hilweşandina balafirê Kiyêv bi awakî kevneşopî serhildêr gunehbarkir û ragihand ku Boeing bi moşeka `Bûk`ya, xwedêgiravî, serhildêran ji Rûsyayê wergirtine, hatiye xistin, lê serhildêran şirovekirin ku ne tenê `Bûk`, lê mirovên ku dikarin wê bikarbînin jî li ba wan tune bûn.

    Di mehên pêşîn yên piştî trajîdiyê de gelek versionên jihev pir cuda hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de, eksperên komisyona hewayî a navnetewî ne lezandin ku ber bi cihê balafdira hilweşyayî ve biçin, her wiha perçên balafirê jî tu-kesî ne lezand jibo ji cihê bobelatê bibin.

    Civata Ewledariya Hollandayê reşnivîsa rapora lêkolînerên welêt ya derbarê rewşa ketina Boeingê 2 Hezîranê  sala 2015-an radestî welatên-beşdarên lêkolînê kir. Pişta venêrîna şiroveyên van welatan, rapora dawîn wê di meha Cotmehê de bê çapkirin. Lê êdî di meha Tîrmehê de zanyariyên di vê raporê de bi awakî berfireh ji aliyê ajansan ve hatine ragihandin. Wek tilvizyona CNN li ser zimanê çavkaniyek ne binavkiriî ragihand, encamê sereke yê rapora çavrêkirî-serhildêrên Komara Gel a Donetskê di ber vê trajîdiyê de berpirsyarin.

    Bêguman, karê rojnamegerî ew e ku zanyariyan bidestxîne û belavbike, Pirsek din: kê û, bi taybetî,  jibo çi zanyariyên ku çend kes tenê derbarê wan zanin, belavkirye. 

    Pisporê di ware ewledariya hewayî de Valentin Dûdin dûpatdike: dana zanyariyên girtî  ji rojnemegêran re piraniya caran jibo armancên taybet tên kirin. Gelek caran ev yek jibo amadekirna raya giştî ji encamên taybet re ku komisyon dixwaze bike. Ev yek li ser vê rewşê jî baş tê tetbîq kirin.

    Li gorî nerîna psîkolojikê siyasî, karên wisa sparişek siyasî daku  nerîna raya giştî li gorî xwe avabikin. Belavkirna zanyariyan di ajansên ragihandinê de tê orgenîzekirin, dema dixwazin ev zanyarî bighêjin gelek mirovan, her wiha, hewldidin jibo baweriya xelkê bi van zanyariyan bînin, tev ku bi carekê derew bin jî.  Nimûnên wisa pirin: wek nimûne hewldana jibo raya giştî bawer bike ku çekê komelkuj li ba Sadam Huseyn heye. Encam diyare: hêzên emerîkî û brîtanî derbasî Îraqê bûn, rêjîma Sadam Huseyn hat xistin û li welêt şerê navxweyî destpêkir ku heta roja me ya îro jî berdewam dike. Lê ne çekê kîmyawî, an biyolojî, an jî etomî li welêt ne dîtin û dawiyê ew bixwe mecbûr bûn li vê yekê mukir bên.

    Ne herdem armanc navgîniyan mafdar derdixe. Lê heger lêkolînek rast û bêalî ji ketina balafira li ezmanê Ûkraynê bê kirin û kesên ku bi rastî di ber de berpirsyarin bên eşkerekirin, wê çaxê çima û jibo çi şêwên wisa tên bikaranîn?

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna kirîna gaza rûsî qut kir
    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Şirovekarên Goldman Sachs: Ûkrayna êdî di meha Tîrmehê de wê rastî defoltê bê
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de