12:30 25 Mijdar 2017
Zindî
    Boeing MH17

    Pênc pirsên derbarê hilweşandina Boeing MHI7 ku bê bersev mane

    © REUTERS/ Antonio Bronic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Çima Boeing ji rêya xwe derket? Heger MH17 di rêya xwe de difirya, lê paşê li bakur li herêma ku şerekî çalak lê hebû û nêzîkî 14 km ji sînor dûr bû,ji rêya xwe derket.

    Paşê Boeing hewlda jibo vegere rêya xwe ya pêşîn, lê negîha vê gerwerziya xwe bidawî bike. Sedema wê çibû ku balafir ji rêya xwe derket-şaştiya taxim bû an ya berpirsên tevgera firînê yên Ûkraynê bû, vê yekê mirov dikare ji sindoqa reş a balafirê bizanibe, lê zanyariyên vê sindoqê heta niha jî ne hatine diyarkirin.

    Çima ne hemû belgenamên lêpirsînê ne hatine çapkirin?

    Wezareta dad û ewledariyê ya Hollandayê meha Nîsanê di bin fişara raya giştî de 569 belgenamên derbarê lêpirsîna bobelata MH17 çapkir. Lê 147 belgenamên ku mabûn heta niha ne hatine çapkirin, ji bilî wê, beşek ji zanyariyên ku hatine çapkirin jî, hatine veşartin.

    Çima Ûkrayna zanyariyên derbarê bicîkirna sîstêma mertalên dijî moşekan û firînên hêzên hewayî di roja trajîdiyê de dernexist?

    Piştî salekê ji bobelatê ev zanyarî ji aliyê Kiyêvê ve ne hatine derxistin. Di heman demê de, wezareta bergirî a Rûsyayê 21 Tîrmehê sala 2014-an zanyariyên kontrola objektîv li xaka herêma Donetskê  berya hilweşandina MH17, çapkir. Ev zanyarî didin xuyakirin ku di roja trajîdiyê de balafir di qada çalakiyên sîstêma moşekan a artêşa Ûkraynê `Bûk` de bû, di wê rojê de jî hatiye tesbît kirin ku radara Ûkraynê pir çalak bibû. Li gorî zanyariyên leşkerên rûsî, balafira cengawerî a ûkraynî ji dûrahiya 3-5 km berya bobelatê ji aliyê Boeing ve hat dîtin, di heman demê de, Kiyêv gotebêjên berpirsên tevgera balafiran yên Ûkraynê jî çapnekir.

    Çima saloxgêriya amerîkî zanyariyên ku xwedêgiravî hêzên Donetskê bi hilweşandina balafirê tewanbardikin dernexist?

    Piştî çend rojan ji bobelatê, Amerîka ragihand ku ew plandike zanyariyên ajansa saloxgêriyê ku xwedêgiravî isbat dikin ku hêzên Donetskê di ber hilweşandina balafirê de berpirsyarin,  belavbike. Lê ev delîl heta niha ne hatine diyarkirin.

    Çima versyona sereke ya lêkolînerên hollandî ji aliyê dîdaran ve nayê piştgirtin?

    Versyona derbarê ku `Boeing` ji aliyê `Bûk` ve hatiye hilweşandin, dikare bi awakî hêsan ji aliyê dîdaran ve bê piştgirtin an red kirin.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna kirîna gaza rûsî qut kir
    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Şirovekarên Goldman Sachs: Ûkrayna êdî di meha Tîrmehê de wê rastî defoltê bê
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de