14:16 24 Mijdar 2017
Zindî
    Yunanistan - Başûrê Qibrîsê

    Krîza Qibrisê ya piştî 41 salan

    © AP Photo/ Petros Karadjias
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Van rojan 41 saliya destpêkirina konflîkta Qibrîsê temam dibe, konflîkta ku girav dubeş kir û bajarên spehî ji bo kişandina filmêm opokalîpsîsê bûne dekarasyon.

    Konflîkta îro ya giravê  — berdewamîya buyerên  dema Osmaniyan û piştî hilweşandina wê ye. Di sedsala 16`yan de  Qibrîs ji alîyê  Osmaniyan ve hate  dagirkirin. Wê demê ber bi giravê ve koçkirina tirkan destpê dike: gundên tirkan peyda dibin yên ku dibin giravên biçuk yên misilmanan di nav gundên  xirîstiyanan de.  Nêzîkbuna  hikûmeta Osmaniyan li hember şêniyên yunanî wek ji mirovên sinifa nizim bû û bacên mezin li ser wan disepandin.  Di encamê de yunanîyan serî hildan û Ew serhildan bi tundî hatin serkutkirin. Di dawiya sedsala 19`yan  de, girav derbazî destê înglîzan bû û tirkan desthilatdariya xwe  wenda kirin.  Li gor zanyarîyên profesorê Dibistana Bilind ya Aborî Olêg Matveyçev,  îngilîzan bi awayeke vekirî piştgirîya yunanîyan kirin. Matvêçêv wisa berdewam kir:

    “Di dema hilweşîna Împeratoriya Osmaniyan de Îngîltereyê israr kir ku Qibrîs serxwebûneke şiklî bistîne. Heman tişt di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de jî hatibû kirin.  Serkêşiya pirsa han ewrûpiyan dikir. Tirkan îda dikir ku ew axa wane, ji ber ku Qibrîs di dema xwe de  dikete nav çarçoveya Împeratoriya Osmaniyan û wekî din di nav şêniyên wê de gelek tirk hebûn. Ji wan deman heta niha dijberiya di navbera  civakên tirk û yunan berdewam dikin.  Her wiha hizra `enizîs` ê,  ango yekbûyîna erdên yunanê yên li Qibrîs û Yunanistanê jî rola xwe list.  Heman siyasetê di sedsala 20`an de jî dewam kir. Lê roja 15`ê Tîrmeha sala 1974`an de bi destekkirina cuntaya leşkerî ya Yunanistanê, li giravê derba leşkerî pêk hat”.   Siyasetzan Yuriy Svetov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Li Yunanistanê `Serhengên Reş` bûne desthilatdar. Hizra wan yekparetîya Qibirisê bi axa Yunanistanê re bu. Tirkên Qibrîsê bêguman nedixwestin ku tiştekî wusa pêk bê, Tirkiyeyê  hêzên xwe yên bejayî şande Qibrîsê, di encamê de girav  bu  du beş. Beşek – Komara Qibirisê, li wir yunan dijîn û komar  bû endama YE, lê bakurê Qibirisê tenê ji alîyê tirkan ve hatiye  naskirin. Di navbera herdû beşên giravê de  li ser sînor – bajarên mirî û avahiyên vala  mane.  Serkeftiyê  hilbijartinên serokkomarîyê  yên Qibrîsê yê sala 2008`an Dîmîtrîs  Xrîstofîas soz dabu ku, dest bi gotûbêjên yekparetiya giravê bike. Piştî gotûbêjan li Nîkosiyayê astengiyên ku hîn di sala 1960`an de peyda bibûn hatin rakirin.  Lê belê piştî sê salan di navbera Tirkiye û Qibrîsê de problemeke nû  derkete holê. Komara Qibirisê  amadekariya  deranîna kanzayên hidrokorbonatê  li  qada xwe ya aborî dikir. Tirkiye li dijî derket heta ku gefên şer lê xwar.   Komîsyona Mafê Mirovan a Ewrûpayê  Tirkiye mecbur kir ku 30 milyon ewro tazmînatê bide wan kesan ku di encama konflîkta  leşkerî de zerar dîtine,  her weha 60 milyon ewro  bide yunanîyên-Qibirisê  yên ku li beşa erdê dagirkirî dijîn. Bersiva tirkan kurt bu: `Em van peran nadin welatê ku em nas nakin”.

    Tirkîye konflîkta han di berjewendiya xwe de  bikar tîne.  Yuriy Svetov wisa berdewam dike:

    “Her çiqas hewldan hatine kirin jî, yekparetiya giravê bi ti merc û şertan ve nayê pêkanîn. Ez bawerim ku li vir bandora hêzên ji derve heye. Tirkîye li pişta Komara Qibirisa Bakur e, ji bo wê girav bastiyona  ku ew  dikare bazarê pê bike.  Ji ber wê yekê ku Tirkiye ji bo endamtîya YE nayê qebulkirin, Qibrîsê wek maleke ji bo bazarê bikar bînin.  Pêwîste neyê jibîrkirin ku li wir binkeya leşkerî ya Brîtaniya bicîhkirî ye. Ango  Brîtaniya serxwebun  da Qibrîsê û ji xwe re derfet hîşt ku li wir binkeya xwe ya leşkerî ya beleş ava bike û ji wê binkeyê tevaya herêma   Derya Spî kontrol bike.  Li gor nêrîna pisporan, konflîkta Qibrisê hîn ji ji çareseriyê  dûr e.  Û piştî ku axaftinên di warê perspektîva kanzayên herêmê yên  hîdrokarbonan destpê kirin,  roj bi roj buhaya wê  bilindtir dibe”.                                                                                                                  
           

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Tirkîye, Qibrîs, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de