01:45 26 Gulan 2018
Berdevkê wezareta karên derve a Amerîkayê John Kirby

Wezareta derve ya Amerîkayê şerê li Mûkaçevê şirovekir

© AFP 2018 / MANDEL NGAN
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê taybet yê wezareta karên derve ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku tund û tûjiya li bajarê Ûkraynê Mûkaçevo rûda nayê qebûlkirin û hemû nekokî divê bi awakî aştiyane û li gorî qanûnê bên çareserkirin.

Li gorî medyaya Rûsyayê, Kirby destnişankir ku Amerîka dijî tund û tûjî û kuştinê ye. Wek Kirby ragihand, `em bihêvîne ku hemû hemwelatiyên Ûkraynê rûmeta qanûnê bigrin`.

Her wiha, wî bang li hikumeta Ûkraynê kir jibo pêvajoya tevlêkirna komên çekdarên  xwebexş li hêzên fermî bilezîne. Kirby her wiha got ku Waşington piştgirtiya rêxistina `Sektorê rastgir` nake û tekoşerên wê perwerwede nake.

Meceristan, jiber ku bajarê Mûkaçevo nêzîkî sînorê wê ye, berya demekê endişdariya xwe jiber bûyerên li wir rûdan anî ziman. Li gorî lêpirsîna ku ji aliyê ajansa Meciristanê Karpathir hat birêvebirin, hema bêj ji sedî 80 ji bêtir ji 1000 kesên ku ji wan hat pirsîn,dibînin ku bûyerên li Mûkaçevo de metirsîdarin.

Wek rojname radighîne, li welatê ku li her qorzîkekê mirov dikare çekan  bidestxîne, rûberiya di navbera qaşo `hêzên xwebexş` û artêşê de pirsek demkî bû. Û heger Kiyêv netewperestên ji `Sektorê rastgir` `haş` neke, Rojava wê piştgirtiya Ûkraynê neke.

Bi heman mijarî:

Ûkrayna kirîna gaza rûsî qut kir
Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
Şirovekarên Goldman Sachs: Ûkrayna êdî di meha Tîrmehê de wê rastî defoltê bê
Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
Etîketan:
Bakurê Amerîka, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de