21:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3210

    Şon Robêrts:Radîkalbuna ûygûran bi helwesta hikûmeta Çînê ya li hember wî neteweyî ve girêdayî ye.

    Polîsên Çînê di çarçoveya operasyona antîteror  de sê ûygur kuştibun. Li gor gotinên hikûmeta herêmê, wan kesan di malekê de xwe asê kiribun û `sloganên  cîhadîstan diqîriyan`.  Li welêt aktîvbuna terozmê bilind dibe.  Li gor daneyên înstîtuya lêkolînkirina konflîktên navnetewî ya Geydelbergê, di sala 2010 de li Çînê di encama çalakiyên terorîstî de heft kesan jiyana xwe ji dest dabun,  lê di sala 2014 de 307 kes bûne qurban û di her bûyerê de terorîst ûygûr in. Li gor medya fermî,  di pêkanîna çalakiyên terorîstî de Rêxistina Azadkirina Rojhilatê  Tirkîstanê xwe berpirsiyar dibîne û li gor versiyona hukumetê, rêxistin bi `DAÎŞ` ê re girêdayî ye.

    Çekdarên DAÎŞ
    © AP Photo/ The website of Islamic State militants
     

    Di heftiya bihûrî de, hukumeta Taylandê 109 ûygûr teslîmî Çînê kir, her çiqas DYA û rêxistina parastina mafên mirovan Human Rights Watch protestoya xwe  li hember  radestkirina wan kesan diyar kiribun jî.  Medya dewletê îda dikin ku  ji wan kesan 13 mirov amadekariya xwe dikirin, ku derbazî welatên Sûrîye û Îraqê bibin ku tevlê refên DAÎŞ ê bibin. Di meha Îlona sala 2014 û di meha Sibatê ya sala 2015`yan de hukmeta Endonezyayê komeke ûygûran ji bo `karê terorîstî` li wêlêt  bi cezayê girtinê mehkum kir. Mediya Çînê her roj li ser pêwendiyên ûygûran ên bi DAÎŞ ê re dinivîse.  Rojnameya Çînê Global Times dinîvîse ku `ewana ne ku tenê fêrî pêkanîna çalakiyên terorîstî dibin, lê her wiha pêwendiyên xwe bi rêxistinên terorîstî yên navnetewî re xurtir dikin`.

    Bûyerên Sînayê
    © AP Photo/ Ahmed Abd El Latif
     

    Rojnameya Çînê `Jînmîn Jîbao` diyar dike ku hejmara giştî ya welatiyên Çînê di nav refên terorîstan de, digêje 300 kesî – tevî wê rojname xwe dispêre `çavkaniyên  organên ewlekariyê yên Sûrîyeyê`.  Li gor nêrîna Şon Robêrts dîrektorê bernameya `Pêşketina Navnetewî` ya Zanîngeha Corc Waşîngton, radîkalbuna ûygûran bi helwesta hikûmeta Çînê ya li hember wî neteweyî ve girêdayî ye.  Çîn diyar dike ku ew  herêma ûygûran wek beşeke girîng ya `Kembera aborî ya riya Hewirmêşê` pêş dixe.  Xebatên vê projeyê, mecbur dikin ku ûygûr cîh û warên xwe yên tradîsyonî terk bikin û şuna wan çînîyên etnîk li herêmê bi cîh dikin.

     

    Rojnameya  `Kommersant`  li ser zimanê eksper dinîvîse ku ` gelek ûygûr ji rewşa han nerazîne û nerazîbuna xwe bi riya şidetê didin diyar kirin. Tevî wê, pispor amaje kir ku bawer nake ku `pêwendiyên ûygûran bi DAÎŞ  û rêxistinên din yên terorîst re li derveyê otonomiya Sînziyanê   giştî ne`.  Di nav welatiyên Çînê  hejmara misilmanan nêzîkî 20 milyon  kesan e, nîvê wan ûygûr in. Rêxistinên parastina mafên mirovan pir caran  Pekîn di nêzîkbuneke ne mirovî li hember aktîvîstên ûygûran tewambar kirine. Yek ji hedefên  projeya global `Kembera Aborî ya riya Hewrmêşê` — pêşxistina herêma  otonomiya  Sînziyan – Ûygûran e,  ji ber ku  asta jiyana wê herêmê  ji ya hêrêmên din yên Çînê paşdemayî ye.       

    Bi heman mijarî:

    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    DAÎŞ li Misirê mezin dibe
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    DAÎŞ`ê li Afganistanê dest bi şer kir
    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Navenda dijî terorîstî ya HWS tedabîrên berevanî dijî `DAÎŞ`ê amadedike
    Etîketan:
    Gef, DAÎŞ, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de