03:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    Dmitry Yarosh

    Spiegel: `Sektora rastgir` xwe ji serhildana dijî Kiyêvê re amade dike

    © Sputnik/ Sergei Chuzavkov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li gorî kovara almanî, Der Spiegel, rûberiya li Mukaçêvo prova serhildana dijî desthilata Ûkraynê bibîrtîne.

    Kiyêv hêza xwebexş û ji nav wan rêxistina `Sektorê rastgir` jibo şerê li Donbasê  bi çek kir. Niha radîkal rûberiya desthilata dewletê dikin û `bera duyem` li Mukaçevê vekirne. Mukaçevo 40 km ji sînorê Meceristanê dûre.

    Tekoşerên `Sektora rastgir` 11 Tîrmehê li Mukaçevo bi polîsan re şer kirin. Di encam de 3 kes hatin kuştin û 13 jî birîndarbûn. Yên gule berdan gotin ku ev karê wan jibo tekoşîna bi qeçaxçiyê re bû û, wek ew dûpatdikin, fermanberên cî di vê qaçaxiyê de beşdarin.

    `Sektorê rastgir` piştî van bûyeran daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniya xwe de, wek heye, şer dijî desthilata Kiyêvê ragihand û ew wek dagirker binavkir. Wek li rêxistinê ragihandin, jiber siyasetmederên ku `li ser xwîna gel` desthilat wergirtin,  şoreşa netewî ya rast li Ûkraynê biserneket.

    Rêberê radîkalan Dmitri Yaroş di heman demê de rola `kesayetiyê dewletê yê aqilmend` dilîze: wî yekser berê xwe da Mukaçevo û ragihand ku armanca wî ji vê serdanê, `krîzê bi awakî aştiyane çareserbike`.

    Lê Yaroş venaşêre ku alîgirya wî ji desthilatê re ne bê sînor e. Di yek ji hevpeyvînan de wî Kiyêv hişyarkir: `Şoreşa me hîn temam ne bûye`.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna kirîna gaza rûsî qut kir
    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Şirovekarên Goldman Sachs: Ûkrayna êdî di meha Tîrmehê de wê rastî defoltê bê
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de