04:38 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ûkrayna

    Sektora rastgir daxwaz dike, Kiyev difikire

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Pevçuna kremînal li Mukaçevo konflîkta di navbera hêzên Ûkraynî yên ewlekariyê û şerkarên sektora rastgir provake kir.

    Ji Rojhilat ber bi Rojavayê ve. Pevçuna kremînal li Mukaçevo konflîkta di navbera hêzên Ûkraynî yên ewlekariyê  û şerkarên sektora rastgir provake kir.  Bazara qaçax ya cixarê bu sedema pêla nu ya tevlêheviyan li Rojavayê Ûkraynayê. Li ser vê buyarê her alîyek konflîktê xwedî versiyoneke xwe ye.

    Rastgir tekez dikin ku wan hewil daye ku bîznesa qaçax ya parlamenterê Radayê Mîxayl Laniyo `bigirin`.  Parlamenter jî dibêje ku wî bi fermanberê rastgiran re li ser vehesîna şerkarên wan gengeşe dikir û wê demê  ji nişkêve gule hatin teqandin. Versiyona sêyemîn jê heye, ya şêniyên cîh. Li gor wan mesela qaçaxçiyê li vir di cîdaye û wek tê diyarkirin ku aliyek li vê zincîrê nexastiye peran bide. Tê xuyakirin ku `Salên-90` li Ûkrayna bidawî nebune,  bervajî wê, ji nu ve destpêdikin.  Çi hebejî lê ev mesele bi gendeliyê ve grêdahiye.

    Ji  serokkomar Piyotr Poroşênko re digotin  ku pêwîste li hember gendeliyê tekoşîneke rast bêtê kirin, lê çawa tê dîtin wextê  olîgarxê çokolatayê nîne. Vê gavê serokomar pêwîste wezîrê navxweyî Arsên Avakov bike qurban,  ji ber ku sektora rastgir li ser  îstîfaya wî îsrar dike. Rêveberiya Ûkraynayê her du alîyên konflîktê rexnekir: çawa hêzên ewlekariyê wusa jî  şerkarên sektora rastgir.  Li vir tê diyarkirin ku koka pirsgrêkê wê wusa jî  neyê çareserkirin.  Sedem jî evin: yekemîn,  `taburên xêrxwez` hîn jî dervayê kontrola  Poroşênko ne;  ya duyemîn,  kî dikare garantî bide, ku para  herî bitehm ya qaçaxçiya Zakarpatiya nebe para yek ji rêveberên Ûkrayînî?  Li ser vê fonê, senariya kompromîsê zêde rêal tê dîtin.  Bawarî tune ku desthilat xêrxwezan belav bike û wan bixe zindanan  yan jî  berevajî wê, rikberên  xwe tunebike.

    Çawa dibêjin, her tovek dema xwe dizane. Lê tovên han li Ûkraynayê  li erdê gelek  zeviyan  hatine reşandin. Hîn di sala 2014 digotin ku şerên di navber sektora rastgir û organên ewlekariyê hîn di pêşerojê  ne.  Û gelo hukmeta desthilatdar wê  bikarbe konflîktên wusa  gem bike?  pirseke gewreye.  Ji ber ku konflîkta Mukaçêvo pevçûn li tevayî walêt provake kir.  Bê guman  rewşa han wê bibe sedem ku sepandina rejîma bê vîza ji bo Ûkraynayê  bî betal kirin. Ango Ewrupa xatrê xwe jê bixweze.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna kirîna gaza rûsî qut kir
    Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin
    Şirovekarên Goldman Sachs: Ûkrayna êdî di meha Tîrmehê de wê rastî defoltê bê
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Gendelî, Pêvçûn, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de