17:47 23 Mijdar 2017
Zindî
    Avahiya parlamentoyê Meceristanê

    Meceristan destbi avakirna dîwarê `dijî koçberan` li ber sînorê bi Serbistanê re kir

    © Sputnik/ Yakov Berliner
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Avakirna dîwarên li ser sînor li Ewropayê zêde dibe: Mecirstan 13 Tîrmehê destbi avakirna dîwarê bi bilindaya 4 metran li ser sînorê bi Serbistanê re kir.

    Ev dîwar jibo sekinandina herîka koçberên ne qanûnî ku ji Afrîqyayê dixwazin derbasî Yekitiya Ewropayê bibin, tê avakirin.

    Wezîrê karên derve yê Meciristanê Peter Siyarto got ku dîwar wê li 8-10 herêmên ku koçber bêtir di wan re derbasî welêt dibin, bê avakirin.

    Dawiya meha Hezîranê sala 2015 hikumeta Meciristanê, jiber zêdebûna herîka koçberên ne qanûnî,  biryar stend ku sînorê xwe bi Serbistanê re bigre.

    Paşê, parlamentoya Meciristanê proja qanûna  derbarê tundkirna rê û rêzanên pêşkêşkirna mafê penaberiyê qebûlkir. Qanûn pêşnêrîndike ku dîwar li ber sînorê bi Serbistanê re bê avakirin, venêrîna daxwazên jibo wergirtina mafê penaberiyê kurt dike, her wiha qanûn derfeta redkirna penaberên ji Sûriyê, Afganistan û Îraqê ku di xaka Meciristanê re derbasî welatên YE dibin, pêşnêrîndike.

    Bi heman mijarî:

    NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
    Etîketan:
    Meceristan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de