10:59 21 Mijdar 2017
Zindî
    DYA Kapîtolî Waşîngton

    DYA her tim bi awayeke kustexî bersîva alîkarîyên Rûsyayê dide

    © Sputnik/ Igor Mikhalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 68 0 0

    Rûsyayê di operasyona bejayî ya li Afganistanê de ji hemû welatên NATO`yê zêdetir alîkarî da amerîkîyan``.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gelek caran alîkarîya DYA`yê kirî ye û her tim jî sozê xwe bi cih anîye. Lê, Waşîngtonê her tim xiyanet li Rûsyayê kirîye û li ser ewlekarîya wê metirsî saz kirine. Eger Mala Spî Moskowê wek hevkareke potansîyel nebîne, konflîkta li Ûkraynayê wê vegere şereke gelek berfireh. Nêrînên li jor ên profesorê ji Zanîngeha New Yorkê Stîven Koen in.

    Stîven Koen di hevpeyvîna bi Huffington Post`ê de got, ku çapemenîya Rojava û sîyasetmedarên amerîkî her tim li dijî Rûsya û serokê wê Vladîmîr Pûtîn kampanîya reşkirinê dimeşînin. Hinek caran ewqas zêde sînor derbaz dikin, ku Pûtîn dişibînine Adolf Hîtler. Lê, di rastîyê de Rûsya ji bo DYA`yê dikare bibe hevkareke bi perspektîv.

    Koen dîyar kir, ku ``demek berî niha Bîll Klînton li xwe mukur hat, ku bûyerek wisa nayê bîra wî, ku Pûtîn lîstikeke dualî meşandibe û sozê xwe binpê kiribe``.

    Koen bi bîr anî ku piştî bûyerên roja 11`ê Îlonê Vladîmîr Pûtîn berî hemûyan ji Corc Bûş re alîkarî pêşnîyar kir. Ji bilî wê jî, li gor nêrîna Koen, ``Rûsyayê di operasyona bejayî ya li Afganistanê de ji hemû welatên NATO`yê zêdetir alîkarî da amerîkîyan``.

    DYA jî wek bersîva wan alîkarîyan, di sala 2012`yan de bi awayeke yekalî ji peymana sînordarkirina sîstemên bergirîya hewayî derket, ku ji bo ewlekarîya Rûsyayê gelek giring e.

    Stîven Koen dibêje, ku ew ne bûyera yekem bû, ku di maweya wan salên dawîyê de DYA`yê xiyanet li Rûsyayê kir. Serokên DYA`yê yên berê Bûş û Klînton û yê niha Obama ew lihevkirin jî binpê kirin, ku piştî yekbûna Almanya û NATO`yê, ber bi rojhilatê ve gavekê tenê jî navêjin. Her weha amerîkîyan soz dabû Rûsyayê, ku eger di Civata Ewlekarîyê ya NY de piştgirîya sazkirina hola bêfirîn bikin, rejîma Qeddafî nayê hilweşandin, lê li ser sozê xwe ne rawestîyan û hilweşandin.

    Li gorr nêrîna Koen, niha gereke ew faktor hemû bêne berbiçavkirin, ku konflîkta li Ûkraynayê venegere şereke mezin a di navbera Rûsya û DYA`yê de.

    Eger Waşîngton li xwe mukur bêt, ku helwesta wan a derbarê Ûkraynayê de ji % 50 ne rast bû, wateya wê ew e, ku helwesta Rûsyayê ji % 50 rast bû. Ew yek jî dikare bibe sedemê destpêkirina guftûgoyan û bidestxistina serkeftinê.

    Bi heman mijarî:

    DYA hewl dide Rûsyayê tune bike
    Almanya dijî planê DYA yê jibo bicîkirna rêkêtan li Ewropayê ye
    Serokê Pentagonê bawer nake ku têkilyên navbera Rûsya û DYA nêzîk baş bibin
    Sîyasetmedarê amerîkî: DYA`yê hêza xwe ya sûper winda kir
    Brîtanya amadeye ku roketên nûkleerî yên DYA li xaka xwe bicîbike
    Çapemeniya Kanadî: `DYA şopa Hîtler û Napolyonê dajo`
    DYA: Rûsya dikare bi hêsanî zora sîstêma dijî moşekan a Ewropayê bibe
    Etîketan:
    Nêrîn, Rûsya, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de