14:06 24 Mijdar 2017
Zindî
    Roja bîranîna mirîyan...

    Mirov berê xwe didine perestgehê

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko, Karîna Samandova
    0 56721

    Êzidîyên bawermend û heval û dostên wan vekirina perestgeha Sultan Êzîd a li Tiblîsê pîroz kirin.Ew perestgeha duyemîn a li ser terîtoryûma Hevalbendîya Dewletên Serbixwe ye. Di sala 2012`yan de jî li Ermenistanê perestgeha bi navê `Zîyaret` hatibû vekirin.

    Piştî sed salan êzdî li derveyê welatê xwe yê dîrokî bûne xwedîyên perestgehên xwe. Hilperîna ruhanî a êzdîyan ne tenê bi saya piştevanîya civatên olî yên êzdî, lê her weha bi saya alîkarîya ji bo hemolîyên li Şengalê û bi saya peydabûna bi dehan malperên êzdîyan jî ber bi pêş ve diçe.

    Tradîsyona olî ya êzdîyan bi sedan salan bi hewldanên şêx û mîran hate parastin. Têkilîyên di navbera şêx û cemeetê de xwedî karektereke taybet bûn û heta îro jî hatine parastin. Îro em berhemên wan têkilîyan baş dibînin. Perestgeh wek dargulîya akortê rîtmeke ruhanî û bi pergal dide jîyana êzdîyan. Li wê perestgehê her roj wecîbeyên olî têne pêkanîn. Her weha li wê perestgehê bingeha olî ji nifşên nû re tê vegotin. Vekirina wê perestgehê di jîyana civaka êzdî de guherîneke giring pêk anî. Ji bilî persetgehên êzdîyan ên li Ermenistan û Gurcistanê, hêvî hene ku li Rûsyayê jî bête vekirin, ku li dora 100 hezar êzdîyan lê dijîn. Peydabûna perestgehan, hestên êzdîyan ên newekhevîyê ji holê radike, ku di dema li ber perestgehên olên din derbaz dibûn, bi awayeke xurt ew hestên cudaker hîs dikirin. Lê, îro êdî ew diçine perestgehên xwe.

    Radyo Spûtnîkê hestên êzdîyên ji rêzê yên li ser peydabûna perestgeha nû pirs kir. Norîkê Mîşayê Arokî yê ji Tiblîsê di wê derbareyê de wisa got:

    “Perestgeh sembola tewaya êzdîyan e. Vekirina wê perestgehê ji bo hemû êzdîyan gelek giring e, ku li dûrî welatê xwe yê dîrokî dijîn. Ew bûyer di warê ruhanî de gelek giring e. Ez Norîkê Mîşa ji malbata arokîyan im. Ez li vir, ango li Tiblîsê ji dayîk bûm û mezin bûm”.

    Niştecîyê Tiblîsê Vakoyê Wezîr Barawî jî wisa ragihand:

    “Ez Wekîl Mamoyan im. Ez û malbata xwe li Tiblîsê dijîn. Îsal li vir jî perestgeheke wek ya li Ermenistanê hate vekirin. Ji bo gelê me, ew bûyereke gelek giring e. Em li perestgehê duayan dikin û wecîbeyên xwe yên olî û kevneşopîyên xwe pêk tînin. Di demek nêz de wê li perestgehê dibistan û kursa zimanê kurdî jî bête vekirin. Ez dixwazim bi rîya radyoya we spasîyên xwe ji gelên Ermenistan û Gurcistanê re pêşkêş bikim, ku ne tenê bi xweşbînî nêzê vekirina perestgeha me bûn, lê her weha gelek alîkarî jî kirin. Her weha ji wan kesan re jî spas dikim ên ew navenda olî dîyarî li me kirin. Zarokên me her tim li me diprsîyan, çima perestgehên hemû olan hene, çima peretgehên me êzdîyan tune ne. Berê me kêmasîya tunebûna perestgehê pir cidî hîs dikir. Mirovên ji netewe û olên din jî ji me dipirsîyan, perestehên we li ku ne, hûn li ku wecîbeyên xwe yên olî bi cih tînin? Me jî digot perestgeha me Laliş e û li Iraqê ye. Ji ber wê yekê, ku perestgehên me tunebûn, gelek êzdîyan ola xwe guhertin û bûne xiristîyan. Ez wisa dihesibînim, ku li Rûsyayê jî, bi taybet jî li Moskowê gereke perestgeha êzdîyan bête vekirin. Her weha gereke li Almanya û li welatên din jî yên êzdî lê dijîn perestgeh bêne vekirin, ku ola me winda nebe”.

    Avakirina perestgehên êzdîyan, vejandina êzidîtîyê nîşan dide ku di sûperetnosa kurd de, ku xwedî gelek zimanan û olan e, vejandin pêk tê. Ew yek gelek giring e, ku kurd bi navê xwe bi nasnameya xwe ve bijîn û xwedî mafê wekehev ên bi neteweyên din re bin. Ew yek jî giring e, ku dogmayên sîyasî yên dibêjin ku êzdî jî perçeyek ji neteweya mezin in, pêşî li geşbûn û vejîna wan negire. Li gel xurtkirin û vejandina hişmendîya gel a li ser esasê olê, îro dîrok û hafizaya gel jî tê vejandin. Îro êdî gelê kurd ji dewletê li benda çareserkirina pirsan namînin, ew bi xwe înîsîyatîvê digirin û pêk tînin. Baş e ku îro di dest mirovan de derfeteke wisa heye. Avakirina perestgehên li Ermenistan û Gurcistanê jî nîşana înîsîyatîva gel e. Ew hewldan êdî berhemdarîya xwe jî nîşan didin.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    Etîketan:
    Êzdî, Perestgeh, Gurcistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de