05:35 21 Mijdar 2017
Zindî
    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras

    Syrîza ji parlamentoyê rayeya lihevkirinê girt

    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1 0 0

    Parlamentoya Yewnanîstanê rayeya bi Eurogroup a muzakereyê bike da hikûmeta Syrîza.

    Duh êvarê komên çep ên li paytextê civiyan, daxwaz kirin ku tavîz neyê dayîn û saziyên fînansê jî diyar kirin ku bernameya hikûmeta Syrîza pêşkêş kiriye, erênî dîtine. Li parlamentoyê duh tevahiya şevê nîqaşan berdewam kir û di dawiyê de dengdayîn hat kirin û ji bo hikûmetê rayeya muzkareyê hat nasîn. Piraniya parlamenterên beşdarî dengdayînê bûn destek dan hikûmeta Syrîza. Ji bo bernameya ku hikûmeta Sryîza pêşkêşî zîrveya Wezîrên Aboriyê ya YE û fînansê kiribû jî erêkirin derket. Astengiyeke li pêş lihevkirina Serokwezîr Aleksîs Cîpras a bi saziyên YE û yên din re jî rabû.

    Beriya dengdayînê di saetên êvarê de li Atînayê bi hezaran kes hatin cem hev û li dijî lihevkirinê çalakiyên protestoyî pêk anîn. Di nav de endamên Syrîza jî hebû, li dijî bernameya reforma nû ya ku hikûmetê pêşkêşî YE û IMF’ê kiriye, derdikevin. Çalakger îdîa dikin ku pêşniyarên di bernameya Eurogroup de cih digirin û hefteya bihurî di referandûmê hatine redkirin, bi bernameya ku Syrîza roja Pêncşemê pêşkêş kiriye de hatiye rewakirin. Li aliyê din hat hînbûn ku bernameya reformê ya Syrîza pêşkêş kiriye ji aliyê Eurogroup, IMF û Bankaya Navenda Ewropayê ve erênî hatiye dîtin. Yanîs Varufakîs ku ji peywira Wezaretiya Aboriyê îstîfa kir jî diyar kir ku hedefa din a zextên Elmanya li welatê wan dike Fransa ye.

    Etîketan:
    Parlamento, Ewrogrûp, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de