05:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Vitali Churkin

    Çûrkîn: proja biryara NYî ya derbarê sazkirna trîbûnalê derbarê ketina Boeing bê ayende ye

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Nûnerê herdemî yê Rûsya li NYî Vîtalî Çûrkîn roja pêncşemê ji rojnemevanan re ragihand ku proja biryara ku ji aliyên Malayziya û Holandayê hatiye pêşkêşkirin û qanûna dadgeha navnetewî jibo lêpirsîna cinayî ya berpirsyarên di ber ketina balafira Boieng Malasian airlines de li Ûkraynê bê prespektîve.

    Nûnerê herdemî danpêdankir ku ew li daxwazên xwediyên biryarê ecêbmayî ye, jiber `ew pir ji sînorê mentiq derdikevin`. Wek Çûrkîn bibîranî, di biryara Civata Ewlekariya NYî 2166 de ku yekser piştî bobelatê hat stendin, `birastî daxwaz hene ku `kesên berpirsyar di ber vê bobelatê de bên dadkirin`. `Lê ev erk pêwîste bi awayekî pragmatîst û bikêr, di riya berçavkirna zemûnên erênî û nehênî de bê areserkirin. Tevlihevkirna strukturan tenê zirarê li kar dike`.

    Çûrkîn bal kişand ser ku bûyerên wisa bi balafiran re berê jî çêbûne, lê piştî wan tu-dadgehên navnetewî ne hatine sazkirin.  Boieng-777 ya kompaniya malasian airlines ku ji Amstrdam difirya Kuala-Lumpur, 17 Tîrmehê li herêma Denetskê ket. Hemû mirovên têde bûn ku jimara wan 298 kes bûn, mirin.

    Etîketan:
    Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de