06:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Civata Ewlekarî ya NY

    Rûsya biryara CE NY ya derbarê jenosida li Srebrenitsê red kir

    © AP Photo/ Frank Franklin II
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li gorî nûçeyên di medyaya Rûsyayê de cih digirin, hat ragihandin ku Moskow dijî biryara Civata Ewledariya NYî (CE NY) ya derbarê komkujiya li Srebrenitsê mafê vîto bikaranî.

    10 endamên CENY belgenama ku ji aliyê Brîtanyayê ve hatibû pêşniyarkirin, qebûlkirin, 4 welat (Çîn, Nîgerya, Angola û  Venesûela) bê deng man.

    Wek Nûnerê herdemî yê Rûsya li NYî Vîtalî Çûrkîn dibêje, qebûlkirna vê proja biryarê wê encamên wê yên nehênî hebin û bihêle ku rewşa li Bosniyê û Hersikê dijwartir bibe, jiber li vî welatî lihevkirna derbarê pirsa komkujiya li Srebrenîtsê tune.

    Wek ajansa RIA novosti radighîne, Çûrkîn dibîne ku xelkên Serbistanê li xaka Yogoslaviyê ya berê `ne kêmî gelên din` zirar dîtine. Çûrkîn got ku `Rûsya bi awakî peywer doz dike jibo hemû sûcdariyên ku di dema konfilîkta li Bosnyê û Hersikê dijî hemû pêkhatan û ji nav wan gelên Boşnyak, Serb û Xarvatyê p;khatine, bên tehqîqatkirin`.

    Sekretêrê çapemenî yê nûnergeha herdemî li NYî Aleksey Zaytsev ragihand ku  biryara alternatîv yak u Moskowê 30 Hezîranê pêşkêşî CE NY kirbû, bêtir lihevkirî ye û li ser lihevkirnê terkîzdike.  Çûrkîn babetên sereke yên vê belgenamê eşkere nekir.

    Ajansa AP li ser zimanê cîgirê nûnerê herdemî yê Brîtanya li NY Piter Wilson ragihand ku London bi vîtoyê kêf xweşe.  Wilson destnîşankir ku `çalakiyên Rûsyayê bîrdariya goriyên komkujiya li Srebrenîtsê pîsdike. Rûsya wê mecbûr bibe ku vê helwesta xwe ji bêtir ji 8 hezar malbatên goryan şirovebike`.

    Li gorî zanyariyên Yahoo News, serokê Serbistanê Tomislav Nikoliç spasya Rûsyayê li ser vê helwesta wê kir ku, wek ew dibêje, sitemkariya dijê tevaya gelê Serbistanê bê qedexekirin. `Jibo gelê Serbistanê ev rojek mezine`.

    Komkujiya li Srebrenîtsê 11 Tîrmehê sala  1995 di dema şerê navxweyî li Yogoslavyayê ji aliyê serbên Bosniyê hat pêkanîn. Wê demê nêzîk 8 hezar misilman ku temenên wan ji 13 heta 77 salan bûn hatin kuştin. Aştîparêzên Holandayê nikarîbûn kuştina xelkên sivîl qedexebikin. Ev buyer sala 2004 ji Dadgeha Navnetewî ya Cinayî wek komkujî hat binavkirin. Parlamentoya Serbistanê jî sala 2010-an ev komkujî şermezakir.

    Etîketan:
    Brîtanya, Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de