02:15 18 Tebax 2017
Zindî
    Ashton Carter, Martin Dempsey

    Carter: Pêwîstiya me bi hêzek bi bandor li Sûriyeyê heye

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Ashton Carter duh sêşemî di encûmena Senato ya Amerîkayê de amade bû û bersiva pirsiyarên Komîteya Bergiriyê ya vê encûmenê da.

    Carter di axaftinên xwe de behsa rewşa Sûriyê kir û ragihand ku Washington di çarçoveya rahênan û perwerdekirina çekdarên dijbereya Sûriyeyê de, tenê 64 çekdarên dijbereyê rahînan kiriye û ew hejmara ne li gor pêşbîniya wane, her wiha ne bi dilê wan e jî.

    Carter derbarê kêmiya hejmara çekdarên dijbereyê de got ku `ew me hêvîdikir ku em hejmarek zêdetir ji çekdaran di vê qonaxê de rahînan bikin`.

    Rêveberiya Serokê Amerîkayê Barack Obama dema ku ji ber guvaşên Kongreya Amerîkayê bernameya perwerdekirina çekdarên dijbereya Sûriyeyê ragihand, plan kiribû ku salane 5 hezar leşker bên  perwerdekirin. 

    Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê herwiha got: `niha agahiyan zêdetir derbarê komên dijbereya Sûriyeyê li ba hene û ji niha û şûnde jî emê pêwendiyek girîng ligel wan çêbikin.`

    Ashton Carter herwiha got: “Washington dixwaze ew çekdar li dijî rêxistina DAIŞê şer bikin, nek li dijî rejîma Esed. Em dixwazin Esed nemîne, lê nemana wî wê bi awakî dîplomatîk be`.

    Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê herwiha ragihand: `Em dixwazin Esed li ser desthilatê nemîne, lê bingehê desthilatdariyê gerek li Sûriyeyê bimîne, çimkî em dizanin li Rojhilata Navîn çi diqewime, dema ku bingehê desthilatdariyê namîne.`

    Bi heman mijarî:

    Pêntagon direwe, kerwanê gotebêjan birêvediçe
    Etîketan:
    Sûrîye, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de