18:35 17 Tebax 2017
Zindî
    Memoriala li Potocarîyê

    Bosna Hersek dixwaze bibe endamê YE û NATO`yê

    © AP Photo/ Amel Emric
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Siyasetmedaran li ser projebernameya Brîtanî ya li ser Sribrenitse ku kuştina çend hezar misilmanên Bosna di sala 1995an de hatibu pêkanîn, wek jenosîd bipejirînin, gengeşekirin.

    Van rojan  li Brîtanyayê  heftiya  bîranîna cangoriyên Sribrenîtse tê lidarxistin, di çarçova bernamê de endamê prezîdyuma Bosna Hersek Bakîr Îzetbegovîç serdana Londonê kir. Li paytexta Brîtaniya wî pirsa perspektîva endamtiya welatê wî li YE û NATO yê de anî rojevê. 20 saliya salvegera trajediya Sribrenitse li  Abbata Vestmînsterê hate pêkanîn. Li dora 2 hezar kes û her wiha endamên malbata qraliyetê û  nunerên rêveberiya welêt jî merasîma han de çavdêrî dikirin. Di nav mêhvanên bîyanî ji  bo beşdariyê di merasîmê de endamê prezîdîuma Bosne Hersek Bakîr Îzetbegovîç serdana Londonê kir. Îzetbetovîç li wir hevdîtin bi serok wezîrê Brîtanîyayê Devîd Kemeron re pêk anî.

    Siyasetmedaran li ser projebernameya Brîtanî ya li ser Sribrenitse  ku kuştina çend hezar misilmanên Bosna di sala 1995an de  hatibu pêkanîn, wek jenosîd bipejirînin, gengeşekirin. Tevî wê, mijara Sribrenitse nêrînên cuda li qada navnetewî derxiste holê.  Hukumeta Bosnayê suce han red nake, lê wê buyerê wek komkujî jî hesab nake. Sirbên Bosnayê berî wê çendê ji Rusya daxwez kiribun ku li Civata Ewlekariya NY pejirandina vê biryabernameyê veto bike.  Di encama gotubêjên bi Devîd Kemeron re Îzetbetovîç  pirsa  perspektîva Bosna-Hersek wek endamên YE û NATO yê rakir. Serokwezîrê Brîtanî tekez kir ku destpêkê pêwîst e li Sarayêvo zagonên Ewrupayê bêne sepandin.

    Serokê navenda konflîktên jeopolîtîk ya Înstîtuya Ewrupayê Pavêl Kandel  diyarkir ku ji nav welatên Balkanan  Bosna-Hersek dikare dawiya her kesî bibe endama YE. Li gor nêrîna pispor, `welat ji du beşan pêk tê, ango federasyona misilman-xirvat û komara Sirb` û  rewşa han tevayî sîstêm û hereketa  hukumetê felç dike`.  Kandel amaje kir û got: `Ji bilî wê aboriya welêt îro pir dijwar e û nagihêje asta welatên Ewrupî`.  Rojava li ser endamtiya  Bosna-Hersek li YE û NATO yê xaçê danayne ji ber ku pilan dike wê bike dewleta navendî û piştre asta serxwebuna wê sînor bike`. NATO yê  ji alî xwe ve da diyarkirin ku wek namzet ji bo endamtiya rêxistinê ji nav welatên Balkan  ew tenê Çernogoriya dibînin. Sekreterê giştî yên NATO yê Yans Stoltenberg di meha buhurî de ragihand ku rêxistin li ser pirsa Podgorîtsê wê di meha  Kanuna Pêşîn de biryarî bistîne.     

    Etîketan:
    NATO, YE, Bosna-Hersek
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de