08:02 24 Tebax 2017
Zindî
    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras

    Hindistan ji krîza Yunanistanê natirse

    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Encumana Hindistanê ya di warê pêşxistina eksporta deranîna pîşesaziyê de ragihand, ku krîza Yunanistanê bi riya Brîtaniya, Îtaliya û Fransayê tê hîskirin.

    Piştî ku hate zanîn ku gelê Yunanistanê biryara redkirina şertên kredîtorên navnetewî  girtiye, bazara Hindistanê  rêaksiyona xwe  li hember vê biriyarê  diyar kir. Endeksa netewî ya  fona borsayê a Hindistanê (NIFTY-National Stock Exchange of  India) ji  zêdetirî 1 selefî daketiye û xuyaye ku ev ne ya dawiyê ye. Dema li heftiya buhurî li ser defolta teknîkî ya Yunanistanê  hate zanîn, borsaya Hindistanê bi ketina 6 selefî bersiva wê da. Ev du heftene li Hindistanê nîqaş berdewamin, gelo krîza ekonomî ya Yunastanê dikare bandorê li ser yek ji ekonomiyên pêşketî ya Asyayê bike.

    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras
    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert

    Ragihandina sekreterê fînansî yê Hindistanê Raciv Mexrişî agir hîn gur kir. Wî tekez kir ku planeke konkret ya walêt ji bo çareserkirina bermayên krîza Yunanistanê tunene.  Ewrupa  îro partnerî bazirganî yê herî mezin yê Hindistanê ye. Gera kel û pelê ya di navbera wan de li dora 355 milyar ewroye.  Kêmbuna  gera kel û pelê wê bandoreke nehînî li bazara Hindistanê bike. Derba ewil êdî eksporta deranîna pêşesaziyê ketiye, ji ber ku 55 selef bazara wê li Ewrupayê para Hindistanêye. Encumana Hindistanê ya di warê pêşxistina eksporta deranîna pîşesaziyê de ragihand, ku krîza Yunanistanê bi riya Brîtaniya, Îtaliya û Fransayê tê hîskirin. Balkêş e, lê piranîya pisporan dibêjin ku Hindistan wê zêde ji vê krîza Yunanistanê zerarê nestîne. Cigîrê serokê Înstituya Fînansî ya Hindistanê  Aman Agarval   rewşê wusa dinirxîne:

    “Hindistan ji ber sedemên ne raste rast ji krîza Yunanistanê neparastiye.  Krîza Yunanistanê bandorê li tevaya Ewrupayê dike, her wiha li ser ewro jî tesîrê dike, bi wê ve grêdayî ew tesîreke  ne rasterast  li ser hevsengiya bazirganî ya di navbera Hindistan û Ewropayê dike. Şîrketên Ewrupayê tesîra krîzê li ser xwe hîs dikin ew jî asta hilberînê u tempoya pêşketina ekonomiya Hindistanê kêm dike, lê hêza wê effektê ne zêde ye. Di warê krediyan jî tesîreke rasterast li Hindistanê nayê kirin, ji ber ku Brîtaniya, Fransa, Almanya û DYA  partnerên bazirganî yên herî gewre yê Hindistanê ne, lê Yunanistan — na.  Di heman demê de hejmareke mezin ya şîrketan di nav de yên Hindistanê ofîsên xwe li Yunanistanê vekirine û pêşeroja xwe bi Ewropa û Rusya yê ve girê didin. Ewana jî rasterast tesîrê li ser aboriya Hindistanê nakin. Her wiha hinek keseyat hene yên ku di şîrketên navnetewî de li Ewrupayê kar dikin, ewana mecburin  xebata xwe bidin rawestandin û ewê bandorê  li ser bazara kedê bikin.  Lê li gor nêrîna min ew jî tesîreke cidî li ekonomiya Hindistanê nakin`.  Di dawî de tê diyarkirin ku ekonomiya Hindistanê dikare ji  rewşa Yunanistanê sudê werbigire. Şîrketên biçûk yên ku bandora krîza Ewrupayê his dikin li ser xwe, wê mecbur bimînin vegerin welatê xwe. Bi vî awayî rewşa han wê bihêle ku hukmeta Hindistanê ji du pirsgirêkên ku vê gavê tekoşîneke zexm li hember dimeşîne, xwe xilaz bibe:  derketina sermîyan ji welêt û pêşxistina bîznêsa biçuk ya ku mecbur dimîne vegere welêt”.       

    Bi heman mijarî:

    Yewnanistan rêya Ewrûpa ji penaberan re vedike
    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Krîz, Cîhan, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de