04:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Rêberên welatên-endamên BRICS

    Gelo pergala malî ya Rojavayê hildiweşe?

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4810

    Encamên referandûma Yunanistanê wê sazîyên navneteweyî yên wek IMF, Banka Cîhanî û Banka Neteweyî ya Ewrûpayê bi awayeke radîkal biguherînin

    Encamên referandûma li Yunanistanê nîşan da, ku gelê yunan pêşnîyara YE û IMF ya li hember kêmkirina bernameyên sosyal dana kredîyan red kir. Li gor nêrîna eksperan, bersîva yunanîyan ya ji bo sazîyên fînansî yên navneteweyî wê ne tenê li ser Yunanistanê, lê her weha wê li ser pergala fînansî ya kevin a Rojavayê jî bandoreke mezin bike. Pêşbînîyên ekseperan konjûktûra navneteweyî ya îro jî şîrove dikin: windabûna otorîteya G7`ê, peydabûna sazîyên navneteweyî yên wek BRICS, Rêxistina Hevkarîya Şanhayê, Yekîtîya Aborî ya Avrasyayê û krîza li hola ewroyê.

    Gelo pergala malî ya Rojavayê ber bi hilweşînê ve diçe? Dewletên wek Tirkîyeyê yên di nav pergala malî ya Rojava de cih digirin wê têkilîyên xwe çawa bi sazîyên navneteweyî yên nerojavayî re pêş ve bibin? Cîgirê serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Farûk Logoglû ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Şertên ku G8 vegerandinî G7`ê pendî ne. Di vir de sedemên sîyasî  bandorê li koma di warê aborî de pêşketî dikin. Lê, geşedaneke giringtir heye: ew jî encamên referandûma Yunanistanê ne. Ez wisa difikirim, ku encamên referandûma Yunanistanê wê sazîyên navneteweyî yên wek IMF, Banka Cîhanî û Banka Neteweyî ya Ewrûpayê bi awayeke radîkal biguherîne.

    Geşedanên li Yunanistanê wê bi tevî wan sazîyên navborî sîstema li Rojavayê jî bidine guhertin. Ew sazîyên navborî ji bo hinek armancên pendî hatine sazkirin û xizmeta aramî û geşdarîya global nakin. Lê, em dibînin ku krîza aborî ya li cîhanê û bi taybet jî krîza li Ewrûopayê berdewam dike. Wateya wê jî ew e, ku ew sazî erkên xwe bi cih naynin.

    Lê, wek min li jor jî behs kir, ew geşedanên li Yunanistanê wê pergala malî ya Rojavayê bidine guhertin. Dema ez dibêjim pergala malî ya Rojavayê, mabesta min IMF, Banka Cîhanî, Banka navendî ya Ewrûpayê ne. Pêwistî bi guherîna wan heye. Eger BRICS ji wan geşedanan dersên pêwist derxe, dikare vegere rêxistineke gelek bi hêz.

    Tirkîye niha di nav pergala Rojavayê de cih digire. Ango bi IMF, Banka Cîhanî û Banka Navnedî ya Ewrûpayê re guftûgoyên beşdarîyê dimeşîne. Sazkirina Banka BRICS`ê wek tewaya cîhanê wê bala Tirkîyeyê jî bikşîne. Lê, ji bo Tirkîyeyê wateya sazkirina Bankaya BRICS`ê çi ye, wê encamên wê çawa bin û Tirkîye wê çi bike, biryarên wan wê hikûmet bide”.

    Bi heman mijarî:

    Daxwaznama ku bang li hevkariya bi BRIKS re dike li Amerîkayê tê belavkirin
    Yekemîn forûma parlamentoyên BRIKS li Moskowê lidardikeve
    Çîn rêkeftina derbarê sazkirna banka BRIKS pesend kir
    Etîketan:
    YE, Yunanistan, BRICS
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de