16:53 21 Mijdar 2017
Zindî
    Barak Obama

    Obama: Emê li ser çekdarkirin û alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 91 0 0

    Serokê Amerîka Barack Obama diyar kir ku di çarçoveya şerê DAIŞê de wê piştgiriya xwe bo hêzên kurdî û tevahiya hêzên herêmî yên ku şerê DAIŞê dikin, bidomînin. Obama her wiha got ku DAIŞ wisa zû bi zû nayê tinekirin.

    Serokê Amerîka Barack Obama şeva borî gotara xwe ya salane pêşkêş kir. Obama di gotara xwe de bêtir li ser şerê terorê û DAIŞê rawestiya û behsa rewşa dawî ya şerê DAIŞê kir.

    Barack Obama diyar kir ku niha 60 welatên cîhanê bi hev re li dijî DAIŞê şer dikin û got ku Amerîka ti carî hêzên xwe naşîne Iraq û Sûriyê. Obama her wiha ragihand ku wê di piştgirîkirina hêzên Pêşmerge, hêzên herêmî yên din ên ku li Sûriye û Iraqê şerê DAIŞê dikin de berdewam bin û got ku heta niha bêtir ji 5 hezar êrişên asmanî li dijî DAIŞê hatine pêkanîn û gellek mezinên DAIŞê li Şingal û deverên din hatine kuştin, DAIŞ li Kerkûk û Tikrîtê paşde diçe û li bajarê Kobanî jî bi temamî têk çûye.

    Li gorî Serokê Amerîkayê, DAIŞê wisa zû bi zû nayê tinekirin ji ber ku çekdarên wê rêxistinê xwe di nav sivîlan de vedişêrin, lê êrişên hêzên hevpeyman li Sûriyê bi taybet li cihên ku çavkaniyên darayî yên DAIŞê tê de hene, wê bên zêdekirin.

    Barack Obama li ser rewşa hundir a Sûriye û Iraqê jî axivî û got, li Sûriyê hikûmetek bêyî Beşar Esed wê arîşeyan çareser bike, lê li Iraqê divê Heyder Ebadî hikûmetek hevbeş û bi beşdariya şîe, kurd û sunniyan ava bike û Amerîka jî wê piştgirî bike. Obama anî ziman ku DAIŞ li nav Amerîkayê jî tehdîd e, lê ew wê tedbîrên xwe bistînin û nehêlin ku DAIŞ şer veguhêze nav Amerîkayê.

    Barack Obama bang li mezin û melayên îslamê jî kir jibo li dijî DAIŞê rawestin û got, şerê me ne li dijî îslamê ye. Şerê me li dijî DAIŞê ye, jixwe piraniya kesên ku ji aliyê DAIŞê ve tên kuştin, misilman in.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê taybet ê Obama di şerê DAIŞê de li Enqerê ye
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Pûtîn û Obama bi telefonê axivîn
    Obama şandina 450 leşkeran bo Îraqê qebûlkir
    Obama: Duyem hevdîna G7 bê Rûsyayê, delîlê îzolasyona wê ye
    Heger Almanya lîsta çavdêriyên NSA belavbike, Obama di samîta G7 de beşdarnabe
    Obama: Emê sînorekî ji kilora Sûriyê re deynin
    Cewad zarîf: Obama gotinên vala dike
    Obama wê bi rêberên dewletên Kendavê re gotebêjan bike
    Obama: Dostekî din ê Amerîka mîna kurdan tine
    Barzanî: Civîna me ligel Obama serkeftî bû
    Barzanî û Obama wê sibê hev bibînin
    Obama beşdarên serhildana li Baltimorê wek çetan binavkir
    Komedyenê amerîkî şiret li Obama kir jibo xwe pêş psîkolog bike
    Hêmîn Hewramî: `Barzanî li gel Obama wê pêşeroja Kudistanê gotûbêj bike`
    Barak Obama: zagonên aboriya cîhanê gerek ne Çîn, lê Amerîka binivîse
    Obama ji kongrês xwest jibo Kûba ji lîsta welatên-sponserên têrorê derxe
    Ebadî wê îro çi ji Obama bixwaze
    Etîketan:
    Rojhilata Navin, Kurdistan, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de