04:52 23 Mijdar 2017
Zindî
    BRICS

    Oktay Aksoy: Banka BRÎCS`ê encamê lêgerîna nû ye

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Di rojên 8-10`ê Tirmehê li Ûfayê wê civîna VII`emîn a BRÎKS`ê bête lidarxistin. Di wê civînê de wê Bankaya Geşedanê ya BRÎCS`ê bête sazkirin û hewza rezervên dovîzan bête avakirin.

    Di wan şertên ku G8 vegerîya G7`ê û li hola ewroyê peydabûna kerîzê, wateya sîyasî-aborî ya BRÎCS`ê ya ji bo cîhanê çi ye? Bi avabûna banka BRÎCS`ê ve girêdayî li cîhanê wê guherînên çawa pêk bên? Li cîhanê zêdebûna rola BRÎCS`ê wê bandoreke çawa li Tirkîyeyê bike? Enqere wê têkilîyên xwe bi BRÎCS`ê re çawa pêş bêxe?

    Serokê Bernameyên Navneteweyî û Endamê Civata Rêvebir a Înstîtûya Sîyaseta Derve Oktay Aksoy ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re li ser wê mijarê wisa ragihand:

    Li cîhanê wek di hevsenga sîyasî, di hevsenga aborî de jî gelek zêde tevlihevî peyda dibin û ji bo dabînkirina aramîyê pêngavên sazkirina sazîyên nû têne avêtin. Di wê navberê de ihtimala wê yekê jî heye ku hêzên berê bandora xwe winda bikin. Bi wê yekê ve girêdayî hêzên nû derdikevine holê û BRÎCS jî yek ji wan hêzan e. Zemîna aborîyê êdî ber bi herêmên din ve araste dibe û bandora wan herêman a li cîhanê jî anegorê wê geşedanê tê guhertin û zêdetir dibe. Gereke ew yek jî neyê jibîrkirin, ku karîgerîya DYA û YE`yê heta niha jî gelek zêde ye. Bi tevî wan, sazîyên nû jî gereke baş bêne şopandin. Di nav wan sazîyên nû de, BRÎCS di wan demên dawîyê de bi awayeke aram pêş dikeve.

    Fikra sazkirina banka BRÎCS`ê ji ber wê yekê derkete holê, ku Banka Cîhanî ya piştî Duyemîn Şerê Cîhanê hatî avakirin, êdî bersîva pêwistîyan nikare bide. Banka BRÎCS wê bibe ceribandineke nû. Wek tê zanîn niha li hola ewroyê krîzekê serî hildaye û encamên wê nikarin bêne pêşbînîkirin. Ez nizanim, ka bandora banka nû ya di bazirganîya cîhanê ya li ser dolarê amerîkî wê çawa be.

    Têkilîyên Tirkîyeyê di serî de bi Rûsyayê re, bi endamên BRÎCS`ê re gelek baş in. Elbet biryarên koma BRÎCS`ê wê li ser aborîya Tirkîyeyê jî bandorê bike. Ji ber wê yekê Tirkîye wê BRÎCSê ji nêz ve bişopîne.

    Bi heman mijarî:

    Ûşakov: Rûsya bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî BRICS bibe
    Daxwaznama ku bang li hevkariya bi BRIKS re dike li Amerîkayê tê belavkirin
    Çîn rêkeftina derbarê sazkirna banka BRIKS pesend kir
    Yekemîn forûma parlamentoyên BRIKS li Moskowê lidardikeve
    Etîketan:
    Yunanistan, YE, BRICS
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de