19:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Alên YE û Yonaniostanê

    Li Brûksêlê wê civîna welatên herêma euro derbarê Yonanistanê lidarkeve

    © REUTERS/ Yannis Behrakis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Civana welatên herêma euro ya derbarê Yonanistanê îro wê li Brûksêlê lidarkeve.

    Wek tê pêşnêrîn, Atîna wê pêşniyariyên nuh pêşkêşî krîdîtoran bike. Serokwezîrê Yonanistanê Aleksis Tzipras û şêwirmenda Almanyayê Angêla Merkil derbarê pêşkêşkirna van pêşniyariyan lihevkirne.

    Ajansên fransî li ser zimanê çavkaniyeke ne binavkirî ragihandin ku `wan lihevkirye ku serokwezîr Aleksis Tzipros pêşniyariya hikumeta Yonanistanê li civînê pêşkêşbike. 

    Cîgirê şêwirmenda Almanyayê Zigmar Gabriel duh ragihand ku yek ji mijarên civînê dibe ku pêşkêşkirna alîkariya mirovayî ji Yonanistanê re be.

    Wek Gabriel dibêje, `welatiyên Yonanistanê yên jirêzê, malnîş, kesên nexweş û zarok gerek berseva dijwartirîn rewşa ku welat jiber hikumeta xwe ketiye, nedin`.

    Di heman demê de, serokwezîrê Îtalyayê Matteo Rentzi bang li welatên YE kir jibo bihevre problêma Yonanistanê çareserbikin.

    Encamên dawîn yên rêfêrandûma ku roja yekşemê li Yonanistanê lidarket daxuyanîkirin ku piraniya welatiyên Yonanistanê bi xwestekên krîdîtorên ewropî ne razî ne.

    Wek wezareta karên hundir ya yonanistanê radighîne, 61,31% ji welatiyan gotin na ji mercên krîdîtorên ewropî re, 38,69% piştgirtiya van mercan kirin.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de