05:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Alîkarê serokê Rûsyayê Dmîtrî Ûşakov

    Ûşakov: Rûsya bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî BRICS bibe

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Alîkarê serokê Rûsyayê Yorî Ûşakov ragihand ku Moskow ji ajansên ragihandinê bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî Banka nuh a BRICSê bibe, lê ev îşaret heta niha bi awakî fermî ne hatine giftûgokirin.

    Ûşakov destnîşankir ku Bank nuh destbi kardike û ew wê ne ji Yonanistanê, lê ji çareserkirna erk û problêmên xwe dest bi kar bike.

    Roja yekşemê li Yonanistanê rêfêrandûm lidarket. Bêtir ji 61% ji dengdêran gotin `na` ji xwestekên krîdîtorên  ewropî re, nêzîkî 39% ev xwestek qebûlkirin.

    Yonanistan derbarê çareserkirna deynê ku bêtir ji 240 milyon euro ye gotebêjan bi YE û Fona Navnetewî a Diravan re birêvedibe.Texmînên krîdîtoran yên derbarê ku  aboriya tund wê bihêle ku Yonanistan deynê xwe bide, ne rast derketin. Aliyê Yonanistanê 26 Hezîranê dev ji gotebêjan berda.

    Sekretêrê çapemenî yê serokê Rûsyayê Dmîtrî Peskov berya demekê, di berseva ser pirsa, gelo dibe ku Rûsya alîkariya darayî di riya banka BRICS re ji Yonanistanê re pêşkêşbike, ragihand ku ev pirs pirsa Yonanistan, krîdîtor û sazûmanên darayî ye.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de