21:44 24 Mijdar 2017
Zindî
    Referandûma li Yunanistanê

    Encamên referandûmê: Yunanîyan pêşniyara kredîtorên navneteweyî red kirin

    © AP Photo/ Giannis Papanikos
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Siyasetmedar banga yekîtiyê ji gel kir û diyar kir ku `gotubêj ji sifirê destpê nakin

    Doh li Yunanistanê referanduma gel lidarket. Hukmuta Alêksîs Tsîpras pirsa qebulkirin yan jî redkirina  şertên kredîtorên navnetewî ya alîkariya fînansî derxistin holê. Li hember pejrandina pêşniyara kredîtoran zêdetirî 60 selef  welatiyan derketin.  Li gor encaman  ji sedî 61,31 selef welatiyên Younanistanê  yên kû beşdarî referanduma  pejrandina  bernama alîkariya fînansî ya navnetewî  bune,  şertên kerdîtoran redkirin. Ji sedî 38,69 selef  welatiyan raya xwe dane vê bernamê. Li gor agahiyên wezareta navxweyî yê walêt, dengdayîn bêy pirsgrêk hate derbazkirin. Heman piştî ragihandina encamên fermî, wezareta Younanîstanê tekez kir  ku wan bersiveke net ji welatiyan girt û li gor wê hikumeta heyî dikare pozîsiyona xwe pêşda bibe, ew bi kredîtoran re dest bi gotubêjan  dikin.

    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras
    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert

    Zaniyarên han ajansa RÎA Novostî ya ku xwe dispêre nunerê fermî yê hukumeta Gavrîîl Sakellarîdîs ragihand. Sakellarîdîs di hevpeyvîna xwe ya ji bo mediya herêmî  tekez kir û got: `Encamên han  mandata gel dide destê hikumetê, ku di rewşên dijwar de hereket bike`. Siyasetmedar banga yekîtiyê  ji gel kir û diyar kir  ku `gotubêj ji sifirê destpê nakin`. Banka  Younanîstanê êdî amaje kir ku ji bo veqetandina peran ji bo rêxistinên walêt yên kredîtor, daxweznamê bişîne banka Navendî ya Ewrupayê.  Piştî ku hate ragihandin ku referandum bê lidarxistin, Banka navendî ya Ewrupayê hevkariya xwe bi bankên Younanistanê re da rawestandin. Encamên referanduma Younanistanê Ewrupayê endîşedar kirin.  Hate zanîn ku ji bo gotubêjkirina encamên referandumê şêwermenda Almaniya Angela Merkel hevdîtinê bi serokê Fransa Frasua Oland re li Parîsê pêkanî. Her wiha rewşa han wê li Brukselê jî venêrin, li wir civîna awarte  ya wezîrên fînansî yên qada Ewrupayê bê lidarxistin. Hukumeta Younanistanê di ruyê serok Alêksîs Tsîpras de biryara pêkanîna siyaseta demokrasiya raste rast girt û derfet da gel bi xwe biryarê bide gelo  ultîmatuma  kredîtoran bipejrînin yan jî red bikin.

    Êvara roja 27 Hezîranê serok wezîrê Yunanistanê Aleksîs Tsîpras ragihand ku 5 Temmuzê li walêt referandum bê lidarxistin. Di wê referandumê welatî bi xwe biryarê bidin gelo li gor daxweziya YE bimeşin yan jî derfetê destbixin ku bi xwe gotubêjên wekhev pêkbînin  û bi xwe jî siyaseta  ekonomik diyar bikin.  Welatî gerek yek ji pirsan bipejrînin: `Erê/Bipejrînin` yan jî `Na/Red bikin`. Pirsa bultenê wusa ye: `Proja komîsiyona Ewrupayê, Banka Navendî ya Ewrupayê û ya  Fonda Navnetewî  ya diravan ya  roja 25.06.2015  ya ku ji 2 belgan pêk tê` û  bi navê `Reformên ji bo bidawîkirina bernama îro û ya piştî wê` navê belga duyemîn `Analîza pêşwext ya deynan`. Younanistan bi YE û Fona Navnetewî ya Diravan re gotubêjên çareseriya deynê bi hejmara 240 miliyar ewro pêktîne. Heviyên kredîtoran  ku tedbîrên hişk yên ekonomiyê mecbur bikin ku Yunanistan deynan bide bicîh nehatin.  30 Hezîranê welat gerek1,6 miliyar ewro vegeranda Fona Navnetewê ya Diravan. Lê mixabin ev tiştan pêk nehat û welat ber bi îflasê ve diçe.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    YE, Yunanistan, Referandûm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de