Tê pêşbînkirin ku sibê di proseya gotubêjan a demdrêj a çareserkirina pirsgrêka bernameya Îranê noqta dawî bê danîn. Tê payîn ku wezîrên karên derva yên navbênkarên navnetewî yên koma şeşan û Îranê, li Viyênayê di encama rêuresma fermî lihevkirinê pîroz bikin û piştre wê biryarnama Civata Ewlekariyê ya NY bipejrînin. Di heman demê de dîplomat mukur li xwe tînin ku li ser îmzekirina peymana dîrokî, hîn gelek pirs nehatine çareserkirin. Tevî wê li gor danayên Sputnik Persian mekanîzma rakirina ambargoyên navnetewî li ser Îranê hatiye deranîn. Tevî wê belga navborî (li gor danayên mediya ji 80 rupelan pêk tê) koma wezîran îmze nakin. Çavkaniyê dîplomasiya rojnama rusî `Kommersant` diyar kir ku peyman neyê îmzekirin, ji ber ku belga sereke ya huquqî biryarnama nû ya Civata Ewlekariyê ya NY ya ser Îranê tê qebulkirin. Çavkaniyê rojnamê amajekir û got ku `Proja wê – beşeke wan belgaye, yên ku ji alî wezîran ve gerek bê pejrandin`.
Doh dîplomatên Îranê û hemkarên wan yên koma `şeşan` li ser serkeftinê amaje dikirin. Roja şemiyê cigîrê wezîrê karên derva yê Îranê Ebbas Eragçî ji rojnamavana re tekez kir û got: `Kes naxweze ku gotubêj bêne dirêjkirin, em hewil didin vî karî bidawî bikin`. Cigîrê wezarê karên derva yên Rusya Federal Sergey Rebkov di hevpeyvîna xwe ya ji bo kovara `Îndeks bezopasnostî` diyar kir ku herdû alî gerek heya 7 Temmûzê lihev bikin. Wî got ku rêzek pirsên biçûk nehatine çareserkirin, lê ew di navbera çend rojan dikarin bêne çareserkirin. Dîplomat mukur li xwe anî ku `ti plana `B` tunene. Rebkov tekez kir ku her kes bi bawere ku heya 7 Temmuzê encamên erênî bêne destxistin. Tevî wê Sêrgey Rebkov diyarkir: ku li gor Moskowayê di pirsa rakirina ambargoya çekan li hember Îranê `pirsgrêkên mezin hîn hene`. Rusya di aktîvîzekirina hevkariya bi Tehranê re di warê leşkerî teknîkî berjewendîdare, lê ambargoyên ku ji alî Civata Ewlekariya NY ya №1929 hatine sepandin astengiyan derdixîne. Doh çavkaniyê ku nêzî şanda Rûsyaye ye tekez kir ku `pirsa ambargoya çekan hîn nehatiye rakirin, lê riya çareserkirina wê hatiye destnîşankirin`.
Li gor hinek danayan çareseriya pirsa dijwar ya mekanîzma rakirina ambargoyên navnetewî li ser Îranê û vegera wan hatiye dîtin. Yek ji planên rakirina ambargoyan wusaye: di roja îmzekirina peymanê li hember Îranê rejîma rakirina ambargoyan tê sepandin, ango biryarnama Civata Ewlekariya NY tedbîrên navnetewî yên sînorkirî yên li heber Îranê betal dike. Lê belê rejîma han pêwîste herdem bête dirêjkirin û heger yek ji hendamên herdem yên Civata Ewlekariyê şikê bibe ku Îran li gor peymanan tevnagere, ew dikare mafê vêtoyê bikarbîne û dirêjkirina wê biloke bike. Nexşeya han derfetê dide him Îran û him jî DYA ruyê xwe biparêzin. Her wiha di pirsa zengînkirina ûranîuma Îranê pêşketin hene (li gor lihevkirinan Îran gerek êdekên ûranîuma xwe ji 10 ton heya 300 kl kêmbike). Ajansa Çînê `Sînxua` ku xwe dispêre çavkaniyên xwe ragihand ku beşa mezin ya uranê ango nêzî 7,5 ton wê ber bi Rûsyayê ve bête şandin. Çavkaniyê dîplomasiya Rûsya diyar kir ku li ser vê babetê peyman hatine îmzekirin. Wî tekez kir ku Rusya li berdêla wê, sotemeniya hazir ji Îranê re dabîn bike. Bi vî awayî Moskowa careke din kedê dide ku pirsgrêka bernama nukleerî ya Îranê bête çareserkirin. Li gor agahiyên rojnama `Kommersant` ji bilî derxistina urana Îranê, Rusya amadeye di nukirina navenda lêkolînê ya Fordo de beşdarî bike.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)