03:49 21 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê darayî yê Yonanistanê li parlamentoyê welêt li serokwezîrê Alekseys Tsipros guhdarî dike 16 Hezêranê sala 2015

    Wezîrê darayî yê Yonanistanê dev ji kar berda

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Wezîrê darayî yê Yonanistanê Janis Varufakis derbarê sedemên dev jikarberdana xwe ragihand ku jêre diyare ku beşdarên grûpa Ewropayê û hevbeşên din dibînin ku ne beşdarbûna wî di gotebêjan de wê alîkarî bike ku rêkeftin bê bidestxistin.

    Wezîrê darayî yê Yonanistanê Janis Varufakis roja duşemê, piştî rêfêrandûma derbarê mercên rêkeftina bi deyndêran re ku roja yekşemê li welêt lidarket, derbarê devjikarberdana xwe ragihand.

    Li gorî zanyariyên RIA Novostî, di daxuyaniya Varufakis de tê gotin ku ew vê yekê dike jibo alîkariya serokwezîr Aleksis Tsipras bike da ku piştî rêfêrandûmê rêkeftinek baş bi deyndêran re bidestxîne, jiber gelek wezîrên darayî yên welatên herêma euroyê wê ne beşdarbûna wî di gotebêjan de `binerxînin`.

    Li rêfêrandûma ku roja yekşemê li Yonanistanê lidarket, bêtir ji 61% ji dengdêran gotin `na` ji xwestekên deyndêrên Ewropayê re, nêzîkî 39% ev xwestek qebûlkirin. Hikumeta Yonanistanê ragihand ku ev hilbijartin serkeftina dîmoqratiyê bûn, lê serokê grûpa Ewropayê Jerun Deysselblum encamên rêfêrandûmê wek `pir xemgîn` jibo pêşeroja welêt, binavkir. 

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Ewropa, Yonanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de