04:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Eksper: Angela Merkel sîyasetmedara herî zêde tê pirolekirin e

    © AP Photo/ Gero Breloer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Merkel `cuceyeke sîyasî` ya seroka `yekitîya cuceyan` e û aborîya YE`yê ber bi kendal ve dibe

    Krîza aborî ya li Yunanistanê û guftûgoyên wê yên bi kredîtorên navneteweyî re di rojeva tewaya cîhanê de ye. Almanya yek ji kredîtorên sereke yê Yunanistanê ye û ji ber wê jî Angela Merkel di wê pêvajoyê de roleke giring dilîze. Serokwezîra Almanyayê heta lidarxistina referandûma roja 5`ê Tîrmehê ji Yunanistanê re dana kredîyên nû red kir. Lê, ji YE`yê derketina Yunanistanê dikare ji bo Merkelê bibe têkçûneke sîyasî. Aborînas Patrîk Yang li ser wê mijarê wan şîroveyan dike:

    ``Piranîya ewrûpîyan ji ber krîzê hikûmeta Yunanistanê tawanbar dikin. Lê, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî ji rexneyan nesîbê xwe werdigre. Ji YE`yê derketina Yunanistanê wê ji bo Merkelê bibe têkçûneke sîyasî ya mezin. Ji ber ku krîza li Yunanistanê di dema serokatîya wê de destpê kir. Ji bilî wê jî, di nav welatên endamên YE`yê de kredîtorê sereke yê Yunanistanê Almanya ye.

    `Yekitîya Transferê` têgîneke zehmet nîne. Wateya wê ew e, ku dema endamên hêjar ên yekitîyê re alîkarî pêwist be, gereke ji wan re alîkarî bête kirin û para mezin jî dikeve li ber dewletên mezin. Lê, Merkel di wê derbareyê de wisa dibêje: `Almanya gelek dewlemend e, lê niştecîyên Derya Spî çiqas hêjar jî bin, nikarin tenê sentekê jî ji me bistînin`. Ew daxuyanî dişibe tinazokê, ji ber ku sîyaseteke wisa dikare tewaya sîstema aborî ya YE`yê têk bibe. Daxuyanîya Merkelê tê wê wateyê ku yasa ne ji alîyê dewlemendan ve hatîye nivîsîn û hêjar gereke wek berê di bin fermana wan de bin.

    Gelek parlamenterên ji partîya Angela Merkelê jî naxwazin ku zêdetir kredîyan bidine Yunanistanê. Ji bilî wan, gelek partîyên din ên Almanya û yên welatên din ên YE`yê jî naxwazin zêdetir alîkarî bête kirin û rewşa aborî bête xerabkirin.

    Angela Merkel sîyasetmedara herî zêde tê pirolekirin e. Derbarê wê de gelek zêde diaxêvin, pesnê wê didin û wateya hebûna wê gelek prole dikin. Di rastîyê de Merkel `cuceyeke sîyasî` ya seroka `yekitîya cuceyan` e. Aborîya wê yekitîyê ber bi kendalê ve diçe û YE`yê giranahîya xwe ya aborî winda dike``.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yunanistan, Almanya, YE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de