06:27 23 Mijdar 2017
Zindî
    Yûrîyê Roman Dasinî  li stûdyoya Radyo Sputnik

    Yûrîyê Roman Dasinî – Bazirgan, karmendê civakê, doktorê dîrokê (Beşa Yekemîn)

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Yûrîyê Roman Dasinî
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 3317121

    Bi tevî ku ez hiquqnas jî bûm, ji bo xizmeta gelê xwe bikim, min zanistên sîyasî hilbijart.

    Yûrîyê Roman Dasinî yek ji bingehdarên rêxistina kurdan ya civakî bû ya li Rûsîyayê ya bi  navê  «Navenda Çanda Kurdan» bû û li Moskvayê hatibû damezirandin. Dasinî derbarê damezrandina navendê de wisa dibêje: Min di sala 1988`an Zanîngeha Gurcistanê xilas kir. Wî caxî dewleta sovyêtê êdî hilweşîya bû û li Gurcistanê cihê em li diman, problêma nasyonalîzmê rû da. Wê demê me biryar da ku li Moskowê bi cih bibin. Bi fikra me, demokrasî li Moskovê,li Rûsyayê zêde bû.

    Yûrîyê Roman Dasinî derbarê fikra damezrandina «Navenda Çanda Kurdan» de wisa got: Em tev hevalên xwe Tarîyêl Broêv hatin Moskowê. Me li Zanîngeha Tibilîsê bi hev re xwendibû. Wê demê nasyonalîzm li hemû komarên sovyetê hebûn. Her miletekê behsa çand û nasnameya xwe dikir. Em fikirîn, ka wek kurd em ji bo gelê xwe çi dikarin bikin?  Wê çaxê me biryar da, ku li Moskowê «Navenda Çanda Kurdan» ava bikin. Me kar kir, em gelek çûn û hatin, û me ew komale saz kir û dest bi xebatên xwe kir. Di dema xebatan de, çaxê me digotin em kurdin, me fam kir ku mirovên wî welatî derbarê kurdan de tu tiştan nizanin. Hingê me dewsa xebata sîyasî dest bi xebata çandî kir.

    Yûrîyê Roman Dasinî ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Yûrîyê Roman Dasinî
    Yûrîyê Roman Dasinî ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Me digot miletê me bindest e, gelek niviskarên me,  gelek sitranên me hene, kûltûra me gelek dewlemend e. Me hevdîtin pêk anîn û xebatên wek,maseyên girover, konfêrans û panel lidar xist.. Me rojnameyek bi navê  «Dengê Kurd» derxist û weşana xwe 3-4 salan berdewam kir. Ji ber wê yekê ku wê demê kurmancîya me lawaz bû, rojname bi zimanê rûsî derdiket.  Paşê ez derbazî Akademîya Dîplomasîyê ya Rûsyayê bûm û ji komelê derketim.

    Yûrîyê Roman Dasinî li ser pirsa hûn bi  hiqûqzan in, lê doktorîya we di sala 1988`an da li ser zanistên sîyasî bû. Hûn ji bo çi di wê rîyê de çûn, wisa got? Min ji bo wê yekê sîyaset tercîh kir, ku ji miletê xwe re xizmetê bikim. Ji ber ku pirsa miletê me yê bindest pirseke sîyasî bû.  Ji ber sîyaset û plangerîya li derdorê kurdan, kurd heta niha nebûne dewlet.

    Mijara teza doktorîyê ya Yûrîyê Roman Dasinî «Pirsa kurdan di sîyaseta herêmî û cihanî de» bû. Êdî ji wê rojê 20 sal derbaz bûne. Derbarê geşedana pirsa kurd ya li herêm û cîhanê de Dasinî wisa got: `` Ez kurdê ewil bûm yê zanistên sîyasetê yê Akademîya Dîplomsîyê ya Rûsyayê qedandî. Dema li akademîyê ji min pirsîn ka ez ê li ser kîjan mijarê teza xwe binivîsim, min got ez dixwazim li ser pirsa kurd binivîsim. Min dest bi lêkolînkirina dîrok û çand û sîyaseta kurdan kir. Min lêkolîna rewşa hevdem a kurdan kir. Her weha min rewşa kurdên li Rûsya û û Ewrûpayê lêkolîn kir. Min nêrîna rûs û ewrûpîyan a li ser pirsa kurd lêkolîn kir û min fam kir ji demên kevnare û heta niha zêde tişt nehatine guhertin. Ango, gelê kurd çawa bindest û bêdewlet bû, niha jî bindest û bêdewlet e. Lê, bi tevî wê jî guhertinên mezin jî çêbûne. Îro êdî tewaya dinyayê kurdan nas dikin û îro li Iraqê Kurdistana otonom heye. Di her weraî de kurd êdî pêş ve diçin.

    Etîketan:
    Yûrîyê Roman Dasinî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de