03:56 21 Mijdar 2017
Zindî
    Logo malpera WikiLeaks

    Wikileaks: Saloxgêriya Amerîkayê li Merkel û hikumeta Almanyayê guhdarî dikir

    © AFP 2017/ THOMAS COEX
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1210

    Malpera Wikileaks dîsa destek ji belgenamên hetîketî çapkir.

    Ev materyal niha  derbarê guhdarîkirna Ajansa Ewledariya Netewî (AEN)  a Amerîkayê li fermanberên pilebilind yên Almanyayê ne.

    Wikileaks ne tenê zanyariyên derbarê guhdarîkirna AEN li şêwirmenda Almanyayê Angêla merkil, lê li beşekî mezin ji hikumeta vî welatî jî çapkirye. Weşana Suddeutsche Zeinting, her wiha tilvizyonên NDR û WDR derbarê vê yekê ragihandin.

    Deyn û siyaseta bazirganî a Almanyayê bêtir bala saloxgêrên Amerîkayê dikşand, jiber vê yekê li telîfonên wezîrên darayî, aborî û çandiniyê guhdarîdikirin.

    Naveroka  axiftina telîfonî ya Merkel  ya ku 11 Cotmehê sala 2011-an pêkhatibû, di nav belgenamên hatine çapkirin de ye. Di vê têkilya telîfonî de behsa Yonanistanê tê kirin.

    Her wiha, tê ragihandin ku AEN li telîfonên Zigmar Gariel ku niha cîgirê şêwirmenda Almanyayê û wezîrê aboriyê ye guhdarîdikir. Gariel wê demê rêberê opozisyonê bû. Her wiha di lîsta Wikileaks de navê wezîrê darayî Oska Lafontena jî tê bibîranîn. Lafonten sala 1999 dev ji postê xwe berda, lê nemra wî ya telîfonê ya kar hîn dihat bikaranîn.

    Bi giştî Wikileaks 69 nemran ku ji sala 2010-2012 li wan dihat guhdarîkirin çapkirye. 

    Bi heman mijarî:

    Wikileaks: ajansên saloxgêrî yên amerîkî li axaftinên sê serokên Fransayê guhdarîdikirin
    WikiLeaks: `Her psîkopatek dikare têkeve dezgehên nukleerî yên Brîtayayê`
    Etîketan:
    Almanya, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de