21:21 24 Mijdar 2017
Zindî
    Îran

    Atoma Îranî perçe dibe

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Wezîrê karên derve yê Almanyayê Frank-Valter Ştaynmayer:``Em ji zû de li ser wî çîyayî hildikişin û êdî li rawestgeha dawîyê ya berî banderê ne. Em êdî banderê dibînin. Em hêvî dikin ku rewşa hewa neyê guhertin``.

    Roja sêşemê roja dawîyê ya hevdîtina `koma 5+1 û Îranê` bû ku peymana li ser bernameya nukleerî ya Îranê imza bikin. Cudahîya nêrînan berdewam kirin û dîroka nû ya guftûgoyan nehate kifşkirin. Alîyên têkildar biryar dan ku di demeke nêz de dîsa bicivin.

    Wezîrê karên derve yê Almanyayê Frank-Valter Ştaynmayer hefteya dawîyê ya guftûgoyên li Vîyanayê bi awayeke balkêş nirxand: ``Em ji zû de li ser wî çîyayî hildikişin û êdî li rawestgeha dawîyê ya berî banderê ne. Em êdî banderê dibînin. Em hêvî dikin ku rewşa hewa neyê guhertin``.

    Beşdarên guftûgoyan tu deman wek niha ji bidestxistina encamên erênî bawer nebûn. Seroka dîplomasîya YE`yê Federîka Mogerînî di wê derbareyê de got, ku ``Îradeya sîyasî heye. Ez wê îradeyê li bal hemû alîyan dibînim û ji bo lihevkirinê hemû şert hene``.

    Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi hemtayê xwe yê Îranê ragihand, ku ``Rewş bi aresteya rast de dimeşe. Ji bo bidestxistina encamên erênî bingeh hene. Sergey Lavrov berî hevdîtina bi hemtayê xwe yê Îranî Cewad Zarîf, pesnê cîgirê xwe Sergey Rîyabkov da û got ``xwedî zanîneke kûr e û ji bo bidestxistina encamên erênî hewl dide``. Cewad zarîf jî ragihand, ku nêrîna Sergey Lavrov parve dike. Di destpêka hevdîtina bi wezîrê karên derve yê DYA`yê Con Kerrî re, Sergey Lavrov got ku ``Eger em li ser bernameya nukleerî ya Îranê encameke baş bi dest bixin, li pêşîya biryarnameya Civata Ewlekarîyê ya NY tu asteng namînin``.

    Yek ji çavkanîyên rojnameya `Komersant`ê ragihand, ku ihtimala imzakirina peymanê ji % 99` e. Ji ber ku ew peyman hem ji bo Tehran û hem jî ji bo Waşîngtonê gelek giring û pêwist e. Êdî gelek pirsgirêk ji holê rabûne. Îran amade ye, ku jimara sentrîfûjên dewlemendkirina ûranyûmê ji 19 hezaran daxîne 6104`an. Îran wê bikaribe tenê li sentrîfûjên li Natanzê yên bi jimara 5060`an ûranyûmê tîr bike. Sentrîfûjên mayîn wê ji bo depoyên parastinê bêne veguhastin û di bin kontrola xurt a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Nukleerî de bin.

    Sergey Lavrov roja sêşemê ragihand, ku guftûgokeran pirsên teknîkî çareser kirine û tenê momentên `prosedûrî` mane. Lavrov da famkirin, ku pirsgirêk bi girafîka rakirina ambargoyên Civata Ewlekarî yên NY ya li ser Îranê têne sepandin û mekanîzmaya sepandina tedbîran de maye, yên bi binpêkirina gengaz a peymanê ve girêdayî. Berê DYA`yê israr dikir, ku eksperên navneteweyî re destûr bête dan, ku bikaribin zanyar-atomsazên îranî lêpirsîn bikin û serdana hemû objeyên nukleerî û leşkerî yên Îranê bikin. Lê, Tehranê ew daxwaz qebûl nekir.

    Eger pirsgirêk hemû bêne çareserkirin û peyman bête imzakirin jî, ji bo sepandina di pratîkê de astengîyên berî bandera çîya yên wek wek Kongreya amerîkî, muhafazakarên îranî, hewlên Îsraîl û Erebistana Siûdî yên pêşîlêgirtinê jî gereke bêne berbiçavkirin. Niha guftûgoker hewl didin ku xwe bigihînin bandera `çîyayê` ewil.

    Bi heman mijarî:

    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran amadekarîyên rabûna ambargoyan dike
    Etîketan:
    YE, DYA, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de