12:19 25 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarê Talîban li Afganistanê

    DAÎŞ`ê li Afganistanê dest bi şer kir

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 92 0 0

    Li gor daneyên NY, jimara çekdarên DAÎŞ`ê yên li Afganistanê niha gihaştîye 6 hezar kesan û li dora 20 parêzgehan şer dikin.

    Rewşa li Afganistanê ne roj bi roj, lê saet bi saet tê guhertin. DAÎŞ`ê pozîsyona xwe ya li Afganistanê xurt kir û îlankirina ``Emîrata Xoresan``ê ragihand û ew herêm wek parêzgeheke xelîfeta îslamî bi nav kir. Bi hezaran layengirên DAÎŞ`ê li 20 parêzgehên Afganistanê şer dikin.

    Perspektîva geşedana bûyerên li Afganistanê çi ne? DAÎŞ li ser herêm û cîhanê metirsîyeke çawa saz dike? Rojhilatnas Vladîmîr Sajîn mijarê wisa şîrove dike:

    “Yekîneyên ewil ên DAÎŞ`ê yên li Iraq û Sûrîyeyê dest bi şer kirin, hêj di sala 2014`yan de li Afganistanê dest bi xebatan kirin. Di meweya 3 mehan de DAÎŞ`ê bandora xwe ya li wî welatî gelek zêde kir. Ji bilî armanca sereke ya dagirkirina tewaya cîhanê, rêvebirên DAÎŞ`ê çav berdane dahatîyên narkotîkan ên li Afganistanê jî. Piştî ji alîyê balafirên koalîsyona navneteweyî ve bombebarankirina termînalên neftê yên di dest DAÎŞ`ê de, dahatîyên wan ên li Iraq û Sûrîyeyê kêm bûne. Ji ber wê sedemê rêvebirîya DAÎŞ`ê hisabê bidestxistina çavkanîyên binerd ên dewlemend û narkotîkên Afganistanê dikin.

    DAÎŞ
    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA

    Ew yek ne tenê bû sedemê berteka Kabûlê, lê her weha ya Talîbanê jî. Her çend di warê sîyasî û îdeolojîk de Talîban û DAÎŞ wek bira û cêwîyan jî bin, li Afganistanê dijberên hev in. Li Afganistanê hebûna DAÎŞ`ê tehdîdeke mezin li ser berjewendîyên Talîbanê saz dike. Talîban wek tevgereke neteweyî ya pûştîyan derkete holê û armanca wê ya sereke jî li Afganistanê sazkirina dewleta pûştî bû. Lê, niha ew jî wek DAÎŞ`ê dixwazin hola bandora xwe berfirehtir bikin. Talîbanê ji bo bidestxistina desthilata Afganistanê gelek hêz, ked û navgîn xerc kir, ew armanca xwe dabîn kir û di navbera salên 1996-2001`an de jî hikûm kir. Niha Talîban  û DAÎŞ`ê li dijî hev cîhad îlan kirine û dest bi şer kirine.

    DAÎŞ hewl dide Talîbanê perçe bike û heta niha di wê armanca xwe de serkeftin jî bi dest xistîye. DAÎŞ bi taybet wan layengirên Talîbanê ber bi refên xwe ve dikşîne, yên ji rêxistina xwe aciz. Nifşa ciwan a Talîbanê dibêjin, ku piştî windakirina desthilatê ew 14 salin şer dikin û tu encamên berbiçav tune ne, lê DAÎŞ`ê di di demeke gelek kurt de serkeftinên gelek mezin bi dest xist: herêmeke gelek mezin a li Iraq û Sûrîyeyê bi dest xist û gelek derfetên mezin li pêşîya xwe vekir. DAÎŞ ji fermandarên Talîbanê yên kişandî li bal xwe re mehane 500-600, ji çekdarên ji rêzê re jî 200 dolar miaş dide. Eger rewşa aborî ya xerab û bêkarîya li Afganistanê bête berbiçavkirin, ew pereyên ne piçûk in. Miaşê ku DAÎŞ belav dike, ji bilî çekdarên Talîbanê, bala kesên din jî dikşîne. Piştî ji Afganistanê vekişîna koalîsyona navneteweyî, li dora 50 hezar kesên ku xizmeta hêzên navneteweyî dikirin, bêxebat man. Afganên bêkar niha di nav DAÎŞ`ê de ji xwe re xebatê peyda dikin.

    Ji ber pere û îmaja DAÎŞ`ê ya li cîhanê hinek rêxistinên wek `Tevgera Îslamî ya Ûzbekistanê`, ku li herêmên bakûr ên Afaganistan û li komarên Asya Navîn çalakîyên leşkerî dimeşandin, bi Talîbanê re têkilîyên xwe birîn û derbazî alîyê DAÎŞ`ê bûn.

    Li gor daneyên NY, jimara çekdarên DAÎŞ`ê yên li Afganistanê niha gihaştîye 6 hezar kesan. Çeteyên DAÎŞ`ê êdî li gelek parêzgehên Afganistanê şer dikin. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di hevdîtina demek berî niha ya bi serokê berê yê Afganistanê Hamîd  Karzaî re ragihand, ku ``Ew yek cihê endîşeyan e, ku DAÎŞ roj bi roj li Afganistanê çalaktir dibe û bi hedarî tev digere. Li gor daneyên di dest me de, DAÎŞ niha ji 34 parêzgehên Afganistanê li 25`an çalakîyên çekdarî pêk tîne``.

    Hamid Karzaî jî ji hêla xwe ve ragihand, ku tu têkilîyên DAÎŞ`ê bi Afganistanê re tune. Ew rêxistin ji alîyê hêzên bîyanî ve hatîye sazkirin, ku bandora xwe li tewaya herêmê bidin qebûlkirin``.

    Daxuyanîya herdu lîderan rewşa li Afganistanê ya bi DAÎŞ`ê ve girêdayî baş nîşan dide. Afganistan ji DAÎŞ`ê re çavkanîya dahatîyên ekstra, zêdekirina jimara çekdaran û resûrsa propagandayê ye. Ji bilî wê, Afganistan ji bo DAÎŞ`ê herêmeke giring e, ku li Îran, Rûsya, Kavkaz û Asya Navîn çalakîyan pêk bîne.

    Çekdarên DAÎŞ
    © AP Photo/ The website of Islamic State militants

    Hêjayê bi destnîşankirinê ye, ku artêş û polîsên hikûmeta Afganistanê li dora 330 hezar kesan e û nikarin li tewaya welêt bersîva êrişan bidin. Di warê çek, fînans û morala psîkolojîk de kêmasîyên wan gelek zêde ne. Ji bilî artêşa bi pergal, li Afganistanê mîlîsên gel jî hene û jimara wan jî li dora 30 hezar kesan e. Lê, kesên bêkar tev li refên wan kesan dibin, ên ji wan re miaş girê didin.

    Êdî çêtir tê famkirin ku bêy hevkarîya navneteweyî têkbirina belaya îslama radîkal ne pêkan e. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina roja sêşemê ya li Vîyanayê ya bi wezîrê karên derve Con Kerrî re got: ``Em û hevalên me yên amerîkî li ser wê yekê hemfikirin, ku pêwistî bi tevgerên hevbeş ên çalak hene. Hemû dewletên li dijî DAÎŞ`ê gereke helwestên xwe bikin yek û li dijî wê rêxistinê têbikoşin``.

    Ew yek ji bo rewşa li Afganistanê jî derbasdar e. Bêguman, eger ji alîyê Civata Ewlekarîyê ya NY ve koalîsyoneke berfireh a sîyasî-leşkerî bihata sazkirin, tunekirina çeteyên îslamî yên bi şûr, tifek, îdeolojî û normên xwe ve tewaya şaristanîyê tehdîd dikin, wê hêsantir baya”.

    Bi heman mijarî:

    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Navenda dijî terorîstî ya HWS tedabîrên berevanî dijî `DAÎŞ`ê amadedike
    Îsraîl û tehdîda DAÎŞ`ê
    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Amerîka zanyariyên derbarê binyada DAÎŞ wergirt
    Şerê îroyîn a li dijî DAÎŞ`ê — riyeke dûr û bê hedef e
    Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
    Etîketan:
    Afganistan, DAÎŞ, Asya Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de