21:41 22 Mijdar 2017
Zindî
    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras

    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de

    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Hikumeta Yonanistanê welat xist rewşa defolt de, jiber heta destpêka meha Tîrmehê nikarîbû bi qasî 1,54 milyar euro deynê Fona Navnetewî a Dirava(FND) bide.

    Bi vî awayî Yonanistan yekemîn welatê bi aborya pêşketî ku jiber erkên navnetewî rastî defoltê dibe.

    Nûnerê Fona Navnetewî a Diravan Jerri Rais bi awakî fermî dûpatkir ku Yonanistanê deynê xwe ne daye. Her wiha FND ragihand ku bernama alîkariya darayî jibo Yonanistanê bidawî hat û ji 1 Tîrmehê ve danên nuh wê tune bin. Di heman demê de, deyndêrên Yonanistanê dema rewşa welêt wesif dikin, hewldidin gotina defolt bikarneynin.

    Di roja dawîn a hezîranê de nêzîkî 20 hezar kesî li kolanên Atînayê xwepêşandankirin. Wan daxwaz kir jibo piştgirtiya mercên ku deyndêran pêşkêşkirne bê kirin jibo ne hêlin aborya welêt hilweşe.

    Em bibîrtînin, Atîna gerek heta 30 Hezîranê 1,5 milyar euro ji FND re vegeranda, lê jiber tunebûna peran, nikarîbû vê erkê pêkbîne.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de