03:36 21 Tebax 2017
Zindî
    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras

    Li Yunanistanê wê her tişt normal be, lê li hola ewroyê?

    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Dîrokê dupat kirîye, ku welatên rast bi defoltê hatinî, karîne xwe li ser lingan bigirin

    Ew çend mehên dawîyê ji bo Yunanistanê gelek bi rageş derbaz bûn. Atîna û kredîtorên navneteweyî li ser alîkarîya fînansî guftûgoyên dûr û dirêj derbaz kirin û nikarîn konsensûsê dabîn bikin. Serokwezîrê Yunanistanê Aleksîs Çîpras ragihand, ku şertên kredîtoran wê roja 5`ê Tîrmehê bibine referandûmê. Di wê navberê de wezîrên fînansê yên hola ewroyê dirêjkirina bernameya alîkarîya fînansî ya ji bo Yunanistanê ya roja 30 Hezîranê bi dawî dibe, red kirin.  Li gor nêrînên yek ji borsevanên berê Maks Kayzer, li Yunanistanê wê her tişt normal be, lê pêşeroja hola ewroyê di bin pirsê de ye.

    Nûnerên Yunanistanê civîna gotûbêjkirina tedbîrên aborî yên nû terk kirin. Roja 27`ê Hezîranê koma ewrûpî piştî civîna neplankirî de ragihand, ku guftûgo hatin bidawîkirin û ji Yunanistanê re wextê razîkirina deynan nayê dirêjkirin. Eger wextê deynan neyê dirêjkirin, wê li welêt defolt pêk were û Yunanistan wê ji hola ewroyê derkeve.

    Desthilata Yunanistanê wê roja 5`ê Tîrmehê referandûmê lidar bixin û welatî wê helwesta xwe ya li hember şertên Komîsyona Ewrûpayê, Banka Navendî ya Ewrûpayê û IMF`ê kifş bikin. Wezîrên fînansê yên hola ewroyê dirêjkirina bernameya alîkarîya fînansî ya ji bo Yunanistanê ya roja 30 Hezîranê bi dawî dibe, red kirin. Li gor gotinên Aleksîs Çîpras, Atînayê ew biryar bi hedarî pêşwazî kir. Borsevanê berê Maks Kayzer got, ku ``li Yunanistanê wê her tişt normal be, lê pêşeroja hola ewroyê di bin pirsê de ye. Yunanistan xwedî maf e, ku di şertên pêşbazîya global de bibe beşdarê bazarên cîhanê, lê ne dewleteke pasîv ya kolonîya YE, Banka Navendî ya Ewrûpa û IMF`ê. Yunanî xwedî mafin ku azad bin. Dîrokê dupat kirîye, ku welatên rast bi defoltê hatinî, karîne xwe li ser lingan bigirin. Demek berî niha Îzlanda jî rast bi heman problemê hatibû, lê problemên xwe çareser kir û niha li wê derê rewş aram e. Lê, derbarê hola ewroyê de nikarim heman tiştî bibêjim. Ewrûpayê niha fitîla bombeyê vêxistîye û zû yan dereng wê teqîn pêk were û di encamê de wê dawî li ewroyê bê û banka jî wê îflas bikin. Bi taybet jî rewşa Deutche Bank`ê wê ne baş be, ku di bin binbarîya bi sedan trîlyon dolaran de ye. Ew banka dikare rast bi çarenûsa Lehman Brothersê were. Eger wisa be, ew ê ji bo aborîya cîhanê bibe darbeyeke gelek giran``.  

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    YE, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de