05:02 20 Tebax 2017
Zindî
    Şanda Îran û şanda 5+1

    Bendewarîyên çareserkirina bernameya nukleerî ya Îranê

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Seroka dîplomasîya YE`yê Federîka Mogerînî ragihand, ku li ser esasê belgeya meha Nîsanê lihevkirin wê bête dabînkirin.

    Îro 30`ê Hezîranê ye. Di wê rojê de gereke Îran û `koma 5+1`an li ser bernameya nukleerî ya Îranê li hev bikirana. Lê, ew yek pêk nehat. Gelo sedema rawestandina pêvajoya guftûgoyan çi bû? Gelo dîsa jî lihevkirin wê bête dabînkirin? Eger bersîv erê be, kengê û bi kîjan şertan? Rojhilatnas û sîyasetnas Vladîmîr Sajîn mijarê wisa şîrove dike:

    Pêvajoya guftûgoyan nehatîye rawestandin. Piştî di sala 2013`yan de Hesen Ruhanî bû serokkomarê Îranê, pêşanîya wî betalkirina ambargoyên aborî-fînansî yên li ser Îranê bûn. Wateya wê jî ew e, ku Îran li ser pirsa çareserkirina bernameya nukleerî balkêş e, ku piştî 10 salan derbazî asteke nû bûye. Piştî xebatên 16 mehan, di meha Nîsana sala 2015`yan de di civîna li Lozanê de li ser gelek xalên peymanê lihevkirin hate dabînkirin, ku xalên bingehîn ên peymanê ne.

    Bêguman, peymana ku wê bête imzakirin, sifirkirina pêşvebirina bernameya nukleerî nahewîne.  Di warê huquqî de jî ew yek ne pêkan e. Ji ber ku Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî û Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Nukleerî mafê hemû welatan yê pêşvebirina teknolojîyên nukleerî nas dike. Welatên xwedî bernameyên nukleerî neçar in ku bernameya xwe di bin kontrola Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Nukleerî de bimeşînin.

    Heta roja 30`ê Hezîranê belgeyên pêwist nehatin amadekirin, lê ew yek ne nîşana rawestandina guftûgoyan e. Wateya wê ew e, ku herdu alî jî bi awayeke berpirsyarî li nêzê erkên xwe dibin. Li gor nêrîna çavkanîyê dîplomatîk yê yek ji delegasyonan, herdu alîyan piranîya belgeyên peymanê êdî amade kirine. Peyman wê ji 80 rûpelan pêk were. Lê, naveroka wê nayê eşkerekirin. Seroka dîplomasîya YE`yê Federîka Mogerînî ragihand, ku li ser esasê belgeya meha Nîsanê lihevkirin wê bête dabînkirin.

    Niha cudahîya nêrînan a di navbera Îran û `Koma 5+1`ê de bi taybet li ser rakirina ambargo û  prosedûrên kontrola Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Nukleerî ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê ye. Lê, di wê mijarê de jî pêşketin hene. Tehran daxwaz dike, piştî ku peyman bête imzakirin, ambargoyên têne sepandin bêne betalkirin. Peyman jî tenê piştî kontrola Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Nukleerî ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê dikare bête imzakirin.

    Li gor gotinên wezîrê karên derve yê Fransayê Loran Fabîûs, guftûgo heta dawîya Hezîranê bi dawî nabin, lê dîroka nû ya raûnda li pêş jî nehatîye destnîşankirin. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî ragihand, ku guftûgoyên di navbera Îran û `koma 5+1`ê derbazî rejîma bênavber bûye.

    Bi tevî ku roja 30`ê Heziranê nabe roja imzakirina peymanê jî, gotegotên li ser wê mijarê wê berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Etîketan:
    Rojava, DYA, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de