16:56 21 Hezîran 2018
Avahiya Gazprom`ê li Moskowê

Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê li Viyenayê problêma gaza Kiyêvê giftûgobikin

© Sputnik / Vladimir Viatkin
Cîhan
Lînkê kurt
0 30

Şandên Rûsya, Ûkrayna û Komisyona Ewropayê wê roja sêşemê, 30 Hezîranê, li Viyenayê bicivin jibo pirsên derbarê şandina gaza Rûsya ji Ûkraynê re di qonaxa piştî çarîka duyem ya salê de, her wiha şandina wê di xaka Ûkraynê re bo Yekitiya Ewropayê giftûgo bikin.

Aliyên navborî bi taybetî wê pirsa derbarê şandina gaza Rûsyayê ji Ûkraynê re di çarîka sêyem ya îsal de giftûgobikin. Gazprom û `Nefogaz` gerek rêkeftinek din derbarê şandina gazê di wê qonaxê de mohr bikin. Her wiha, hîn ne diyare, gelo Ûkrayna bi kêmkirna nirxê gazê bi qasê 40 dolarî qayêle an na.

Ji bilî wê, pirsa derbarê derxistina Ûkraynê ji xezînên xwe yên binê erdê  qasê pêwîst yê gazê hîn ne hatiye çareserkirin. Li gorî nerîna şirovekaran, ev yek mijare herî serekeye ku Ûkraynê wê li Viyenayê giftûgobike. Jibo Ûkraynê pir giringe ku derbarê alîkariya darayî jibo zêdekirna yedekên sotemeniyê bi YE lihevbike. 

Bi heman mijarî:

Şirovekarên Goldman Sachs: Ûkrayna êdî di meha Tîrmehê de wê rastî defoltê bê
Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
Etîketan:
Ûkrayna, YE, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de