13:54 24 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîra Darayî a Ûkraynê

    Wezîra darayî ya Ûkraynê jibo gotebêjên bi deyndêran re amadaye

    © REUTERS/ Valentyn Ogirenko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezîra darayî ya Ûkraynê Natalya Yaresko ragihand ku ew amadeye mijara deynên welêt bi deyndêrên Fona Navnetewî a Diravan (FND) re gotebêj bike.

    Komîta deyndêrên Ûkraynê berya demekê bang li Yaresko kirin jibo 30 Hezîranê li Waşingtonê di gotebêjên bi FND re beşdarbibe.

    Yaresko roja yekşemê di hevpeyvîna bi tilvizyona `1+1` re ragihand ku `heger tevdê amade bin jibo ji nû ve heykelê deynan bê guhertin, ez amade me di nav rojekê de ber bi Waşington ve bifirim. Niha hîn zûye ku mirov tiştekî ser van gotebêjan bibêje, ez bihêvîme ku di van gotebêjan de em bighêjin rêkeftinekê`.

    Her wiha, wezîra darayî got ku heger em neghên tu-rêkeftinan, Kiyêv wê mafê sekinandina dana deyn ji alîkî ve bikarbîne. Wek Yaresko dibêje, jibo Ûkraynê dana deynan wek defolta teknîkî ye, lê welatî gerek ji vê yekê ne tirsin, jiber ev yek wê bi tu-awayî bandorê li sîstêma bankên Ûkraynê, her wiha bandorê li perê netewî jî neke.

    Bi heman mijarî:

    Şirovekarên Goldman Sachs: Ûkrayna êdî di meha Tîrmehê de wê rastî defoltê bê
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Ûkrayna deynê Rûsya tevlî lîsta jibo derfeta sekinandina danê kir
    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Etîketan:
    Cîhan, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de