10:09 24 Hezîran 2017
Zindî
    Guenther Oettinger

    Komîserê Ewropayê: 5 roj ji Yonanistanê re hene jibo ji herêma euro dernekeve

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Ajansa Reuters li ser zimanê komîserê Yekitiya Ewropayê Guenther Oettinger ragihand ku heger Atîna û deyndêr di nav 5 rojan de lihevnekin, Yonanistan wê ji herêma euro derkeve.

    Oettinger got ku `heta 30 Hezîranê çi ji destê me bê emê bikin jibo yonanî bidin xuyakirin ku ew jibo reforman amadene`.

    Her wiha, Oettinger got ku `derketina Yonanistanê ji herêma euro ne armanca me ye, lê heger di nav 5 rojan de çareserî neyê dîtin, ev yek em bixwazin ne xwazin wê pêkbê`.

    Wek hat ragihandin, hevdîtina dawîn ya wezîrên darayî yên herêma euro ya derbarê çareseriya krîza deynên Yonanistanê bê encam bidawî bû.

    Wezîrên navborî  wê 27 Hezîranê hewlbidin jibo derbarê alîkarîkirna  Yonanistanê lihevbikin.

    Şêwirmenda Almanyayê Angêla Merkil ragihand ku ev hevdîtin wê ya dawî be. 

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan, YE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de