06:31 24 Hezîran 2018
Artêşa Îraqê

Senatorek: Çareseriya Iraqê parvekirin e

© AP Photo / Karim Kadim
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Senatorekî Demokratan li Amerîka dibêje, parvebûna Iraqê li ser sê herêman tenha elternatîva realîte li vî welatî ye.

Seantorê Demokratan, Team Cain ragihand ku piraniya aliyên Iraqê piştgiriya parvebûna Iraqê li ser sê herêman dikin û cîgirê serokê Amerîkayê, Joe Biden jî ji mêj ve ev yek pêşniyar kiribû.

Cain dibêje, tevî ku ew wek Demokrat li hember parvebûna Iraqê dilgiran in jî, lê di dawiyê de jibo Îraq krîzan derbaske, parvebûna  welêt tenha elternatîv e.

Di baweriya wî senatorê Amerîkî de, êdî iraqî di nava hikûmeteke yekgirtî li Bexdayê nayên komkirin, lewra îhtîmala herî dawî parvebûn e.

Derbarê kurdan de jî, Cain dibêje, kurd li Herêma Kurdistanê hevpeymanê herî mezin û bawerpêkirî yê Amerîkayê ne û Amerîka di şerê DAIŞê de ji nêzîk ve hemahengiyê ligel kurdan dike.

Bi nêrîna Team Cain, pirsgirêk di navçeyên suniyan de ye, ji ber ku tiştekî wiha ji Iraqê bi destê wan neketiye û ew bi hêsanî dikevine nav destê grûpên radîkal de.


Bi heman mijarî:

Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
Etîketan:
Bakurê Amerîka, Îraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de