11:21 22 Sibat 2017
Zindî
    Pentagon

    Pentagon: Em naxwazin bi milîsên şîe re hevkariyê bikin

    © Sputnik/ Spûtnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku bi ti awayî ti cure têkelî û hemahengiyek di navbera hêzên wan ên li Iraqê û milîsên Heşda Şeibî de tune ye û ew naxwazin bi milîsên şîe re hevkariyê bikin.

    Berdevkê Pentagon, Steve Warren di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand: `Li Navenda Asmanî ya Teqedom hejmarek milîsên Şîe hene, Washington jî berî ku serbazên xwe ber bi wê navendê ve bişîne, daxwaz kiriye ku yek çekdarên milîsên Şîe jî li wê navendê nemîne.`

    Piştî ketina bajarê Mûsilê di dest çekdarên DAIŞê de, serokê Amerîkayê Barack Obama bi armanca bilezkirina bêvajoya perwerdeya leşkerî bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê, 450 serbazên din ên amerîkî şand Iraqê û ew hêza nû jî li navenda esmanî ya Teqedom a li nêzîkî bajarê Rumadî hatin bicihkirin.

    Hevdem wezareta parastinê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: `hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serpireştiya Amerîkayê derbên giran ên asmanî li çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê dide.`

    Li gor wê daxuyaniyê, di heyama 24 saetên borî de balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, 13 êriş li dijî DAIŞê li Kerkûk, Şingal, Rumadî, Hît û çend navçeyên din pêk anîne.

    Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku `balafirên hevpeymanan li Girê Spî (Til Abyad) li Sûriyê jî 3 êriş li dijî çekdaêrn DAIŞê pêk anîne û derbên giran li DAIŞê dane û gelek zirarên canî û madî gihandine wan`.


    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Emîrekî pilebilind ê DAIŞê hat kuştin
    Pentagon: Rizgarkirina Girê Spî bûyerek girîng e
    Pentagon: bêtir ji 50 tomargehên li Amerîkayê û 3 welatên din antraks wergirtine
    Pentagon li kuştina zarokan mikur hat
    PENTAGON- Barzanî ligel wezîr û berpirsên Artêşê civiya
    Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye, Îraq, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de