03:03 23 Hezîran 2017
Zindî
    Pentagon

    Pentagon: Emîrekî pilebilind ê DAIŞê hat kuştin

    © Sputnik/ Spûtnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 401

    Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku emîrekî pilebilind ê DAIŞê yê destê wî di kuştina Balyozê Amerîkayê yê Lîbyayê de hebû, hatiye kuştin.

    Berdevkê Pentagonê Steve Warren ragihand ku di encama êrişa balafirên şer ên hêzên hevpeyman de fermandeyekî DAIŞê bi navê Tariq bin Tahir Falih Ewnî hatiye kuştin.

    Steve Warren da zanîn, ew rayedarê DAIŞê ku Tûnisî ye, di êrişa 11ê Îlona 2012ê ya li dijî dîplomat û karmendên Balyozxaneya Amerîkayê li bajarê Binazî yê Lîbyayê de beşdar bibû.

    Li gorî berdevkê Pentagonê, ew çekdarê DAIŞê roja 15ê Hezîrana îsal li Mûsilê hatiye kuştin.

    Tê zanîn, roja 11ê Îlona 2012ê Balyozê Amerîka yê Lîbyayê Chrîs Stevens û 3 karmendên balyozxaneya wî welatî di encama êrişeke çekdarî de hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Rizgarkirina Girê Spî bûyerek girîng e
    Pentagon: bêtir ji 50 tomargehên li Amerîkayê û 3 welatên din antraks wergirtine
    Pentagon li kuştina zarokan mikur hat
    PENTAGON- Barzanî ligel wezîr û berpirsên Artêşê civiya
    Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye
    Etîketan:
    Îraq, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de