19:37 20 Îlon 2017
Zindî
    Sembola NATO li ber avahiya NATO`yê li Brukselê

    NATO dixwaze hêzek ji 40 hezar leşkerî ava bike

    © AP Photo/ Virginia Mayo, File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kir ku hêza NATOyê ya bilez wê ji 13 hezar heta 30 – 40 hezar leşkerî bê zedekirin.

    Jens Stoltenberg diyar kir ku biryara vê yekê jî wê di civîna wezîrên bergiriyê yên NATOyê di rojên çarşem û pêncşemê de li Brukselê bê stendin.

    Ev mezinkirina hêza bilez ya NATOyê weke bersiveke NATOyê ji bo aloziya li Ûkraynayê û weke hişyarkirina Rûsyayê tê dîtin.

    Hêza NATOyê ya bilez (NATO Response Force — NRF) niha bi giştî ji 13 hezar leşkeran pêk tê. Di nav hêza NRF de hêzeke sereke ya 5000 leşkerî jî heye ku dikare di rewşên aloz de bilez operasyonan pêk bîne. Ev hêza 5000 leşkerî niha di qonaxa pêkanînê de ye û wê sala bê ji bo operasyonên leşkerî amade be.

    Stoltenborg hîn di meha Sibatê de diyar kirbû ku daxwaz heye jibo hêza NRF bibe bêtirî 30 hezar leşkerî.

    Stoltenberg roja duşemê (duh) li Brukselê diyar kir ku NATO wê proseya xwe ya biryarê jî bileztir bike, da ku ji her îhtimalekê amade be.

    Rojên çarşem (sibe) û pêncşemê (dusibe) li Brukselê civîna wezîrên bergiriyê yên NATOyê tê lidarxistin û di wê civînê de wê aloziya ligel Rûsyayê û daxwaza bicihkirina çekên etomî yên NATOyê li welatên rojhilatê Ewropayê mijarên sereke bin.

    Bi heman mijarî:

    Provokasyonên NATO li nêzî sînorên Rûsyayê berdewam in
    NATO potansîyela xwe ya leşkerî dide zêdekirin
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Malxwê mala NATO`yê kê ye?
    Rûsya transîta barên leşkerî yên NATO jibo Afganistanê qutkir
    NATO stratejîya xwe diguherîne
    NATO şerê DAIŞê gotûbêj dike
    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?
    Etîketan:
    NATO
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de